Nobeta Azadiyê bi koma ji Essenê dewam dike

'Nobeta Azadiyê' ya li bajarê Strasbourgê, bi koma ji Essenê dewam dike. Çalakgerên vê hefteyê li dijî dagirkerî û xiyanetê banga yekîtiya neteweyî kirin.

Nobeta Azadiyê ku ji aliyê Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re di 25'ê Hezîrana 2012'an de li bajarê Strasbourgê yê Fransayê destpê kir, di hefteya 517'an de bi koma ji bajarê Essen ê Elmanyayê dewam dike.

Nobetdarên vê hefteyê Îbrahîm Polat, Fettah Cîrût û Xebat Taş e.

'EM Ê BERXWEDANA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ MEZIN BIKIN'

Ji çalakgeran Îbrahîm Polat diyar kir ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, ku ji aliyê dewleta Tirk ve bi hevkariya PDK'ê tên kirin, wê berxwedana gelê Kurd mezin bibe.

Polat bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku Abdullah Ocalan muxatabê çareseriyê ye.

Polat destnîşan kir ku gelê Kurd wê ti carî xiyanetê efû ne û anî ziman, ku dagirkerî tê wateya hewldana ji bo temamkirina qirkirina Kurdan. Polat got, "Li dijî dagirkerî, tecrîd û xiyanetê divê yekîtiya neteweyî bê pêkanîn" û bang li gelê Kurd û dostan kir ku çalakiyan mezin bikin.