Nobedarên vê hefteyê koma ji Drancy ye

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku 390 hefte ne dewam dike, vê hefteyê ji aliyê komeke ji bajarê Drancy ê Fransayê ve tê meşandin.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku di 25'ê Hezîrana 2012'an de li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dest pê kir dewam dike.

Her hefte Kurdên ji bajarên cuda yên Ewropayê tevlî çalakiyê dibin. Tevî serma û baranê jî çalakî bi rengekî bênavber dewam dike.

Nobedarên vê hefteyê komek ji bajarê Drancy ê Fransayê ye. Kom ji Suleyman Kûlen, Kadîr Nefes û Yûsûf Alagoz pêk tê.

Çalakgeran destnîşan kirin ku li gel sermayê û baranê jî wê ji bo azadiya Rêberê xwe dest ji çalakiyê bernedin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi navê koma ji Drancy em bang li CPT, DMME û Konseya Ewropayê dikin ku wezîfeyên xwe pêk bînin."