Nobedarên vê hefteyê koma ji Baselê ye

'Nobeda Azadiyê' ku li Strasbourgê dewam dike, kete hefteya 495'an. Çalakgerên hefteya nû, endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Baselê ye.

'Nobeda Azadiyê' ku ji aliyê Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re di 25'ê Hezîrana 2012'an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin, 10 sal in dewam dike.

Çalakiya li bajarê Strasbourg ê Fransayê li qadeke ku saziyên Ewropayê hemû lê ne pêk tê û di hefteya 495'an de ye. Her hefte komek ji Kurd û dostên wan ên Ewropayê nobedê digirin.

Hefteya nû jî bi koma ji bajarê Baselê yê Swîsreyê dest pê kir. Kom ji endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Baselê Mehmet Taş, Selman Orge û Mazlûm Kocakaya pêk tê.

Berdevkê komê Mehmet Taş diyar kir, ku gelê Kurd 10 sal in ji bo xwedîderketina li Rêber û nirxên xwe li ber saziyên Ewropayê bi biryardarî çalakiya nobedê li dar dixe.

Mehmet Taş ragihand ku di Hefteya Mafên Mirovan a Cîhanê de gel û dostên Kurdan dadikevin qadan, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin û destnîşan kir ku çalakiya nobedê ya gelê Kurd jî bi vê daxwazê 10 sal in dewam dike.

Mehmet Taş diyar kir, gelê Kurd bi rêya çalakiya nobedê bang li Ewropayê dike ku destûra xwe ya bingehîn a ku xwe dispêre mafên mirovan û demokrasiyê bi cih bîne û zextê li Tirkiyeyê bike ku li gorî qanûnan tevbigere.

Mehmet Taş got, "Bi rêya vê çalakiya xwe em siyaseta durû ya Ewropayê li rûyê wan dixin" û bi bîr xist, ji roja ku komploya navneteweyî hatiye kirin û vir ve li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin.

Mehmet Taş got, "Heta ku Rêberê me azad nebe, em gelê Kurd azad nabin" û destnîşan kir ku heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê têkoşîna xwe dewam bikin.