Nobedarên vê hefteyê ciwanên Kurd ên ji Elmanyayê ne -NÛ BÛ

Çalakiya 'Nobeda Azadiyê, ku li bajarê Strasbourgê yê Fransayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, bi ciwanên Kurd ên ji Elmanyayê dewam dike.

'Nobeda Azadiyê' ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 25'ê Hezîrana 2012'an de li bajarê Strasbourg ê Fransayê dest pê kir, di hefteya 480'î de ye.

Her hefte komek cuda ya ji Kurdên li Ewropayê çalakiyê dimeşîne. Vê hefteyê jî Hasan Aydin, Mîrza Botan û Seyîd Mûnzûr ên ji Elmanyayê dest bi nobedê kirin.

Bi navê çalakgerên vê hefteyê Mîrza Botan axivî û bi bîr xist ku ciwanên Kurd pêşengên têkoşînê ne, lewma bi xwedîderketina li vê çalakiyê ciwan xwedî li berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derdikevin.

Mîrza Botan got, "Rêberê me li Îmraliyê li dijî komployê berxwedaneke mezin nîşan da û li dijî înkar û qirkirina Kurdan xeteke berxwedanê ava kir." Mîrza Botan destnîşan kir ku ciwan jî li ser vê berxwedana dîrokî têkoşînê dewam dikin.

Mîrza Botan ragihand, ji komploya navneteweyî û vir ve dewleta Tirk hemû sûcên li dijî gelê Kurd bi piştgiriya welatên Ewropayê dike û destnîşan kir ku bi rêya Nobeda Azadiyê ew nîşanî van welatan didin ku Kurd wê ti carî dest ji têkoşînê bernedin.

Mîrza Botan got, "Divê her kes li dijî tecrîd, dagirkerî û qirkirinê rabe ser piyan" û bang li ciwanên Kurd kir ku li dora têkoşînê bicivin.