Nobedarên vê hefteyê aktîvîstên SMJÊ ne

Nobeda Azadiyê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 10 sal in tê lidarxistin, vê hefteyê ji aliyê endamên Sîwana Meclîsên Jin ên Êzidî (SMJÊ) tê meşandin.

Nobeda Azadiyê' ku 25'ê Hezîrana 2012'an li bajarê Strasbourgê yê Fransayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, di hefteya 479'an de ye. Nobedarên vê hefteyê jî aktîvîstên Sîwana Meclîsên Jin ên Êzidî (SMJÊ) ye.

Aktîvîstên SMJÊ Bedîa Emîn, Zubeyde Xebat, Binevş Şengal û Xezne Xalit nobeda vê hefteyê dewr girtin.

Bedîa Emîn bi navê komê ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku ew êrişên dewleta Tirk a dagirker ên 16 û 17'ê Tebaxê yên li ser Şengalê şermezar dikin.

Bedîa Emîn destnîşan kir ku wê bîranîn û têkoşîna kesên hatin qetilkirin bi statuya konfederal a demokratîk a Şengalê tacîdar bikin, bi vî rengî bi ser bixînin û diyar kir ku dewleta Tirk û hevkarên wê wê nikaribin pêşî li daxwaza jiyana azad a civaka Êzidî bigirin.

Bedîa Emîn anî ziman ku dewleta Tirk bi rêya hevkarê xwe PDK'ê hewl dide Şengalê dagir bike û diyar kir ku pirsgirêka Kurd ne bi şer, lê bi rêyên aştiyane dikare bê çareserkirin. Bedîa Emîn ragihand, muxatabê çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, "Azadiya Rêber Apo ji ber vê yekê girîng e."

Bedîa Emîn bi bîr xist ku gelê Kurd 10 sal in li ber saziyên Ewropayê bi dirûşma "Ocalan îradeya me ye" çalakiyan dike, lê belê Ewropa li pêşberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî mirovahiyê dike bêdeng dimîne û got, "Em welatên Ewropayê jî şermezar dikin ku ji bo berjewendiyên xwe yên aboriyê gelê Kurd, demokrasî û mafên mirovan pêşkêş dikin."

Bedîa Emîn destnîşan kir ku gelê Kurd wê dest ji têkoşîna xwe bernede û got, "Heta ku Rêberê me, gelê me azad bibe têkoşîna me wê neqede."