Nobedarên hefteya 477'an malbateke Kurd e

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' di hefteya 477'an de ye. Nobedarên vê hefteyê endamên malbata Ozçelîk e ku ji bajarê Halle yê Elmanyayê hatine.

Nobeda Azadiyê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25'ê Hezîrana 2012'an li bajarê Strasbourgê yê Fransayê dest pê kir, di sala 10'an de ye.

Çalakî li qadekê tê lidarxistin ku saziyên Ewropayê li derdorê ne. Her hefteyê komek ji Kurd û dostên wan dibin nobedar. Çalakgerên hefteya 477'an jî malbata Ozçelîk a ji bajarê Halle yê Elmanyayê ye. Nobedarên vê hefteyê Sulhaddîn Ozçelîk, Perîzade Ozçelîk û Nûrşîn Ozçelîk e.

Sulhaddîn Ozçelîk bi navê komê axivî û diyar kir ku ew tevî zarokên xwe beşdarî çalakiyê bûne. Ozçelîk ragihand ku ji bo nîşan bide ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îradeya wan e û girîngiya Têkoşîna Azadiyê destnîşan bike tevlî çalakiyê bûne.

Sulhaddîn Ozçelîk ragihand ku cara çaremîn e ew beşdarî çalakiyê dibin û işaret bi girîngiya xwedîderketina li çalakiyê kir. Ozçelîk got, "Rêberê me ji bo gelê Kurd têokşiya. Niha dîlgirtî ye. Azadkirina wî deynê li stuyê her kesî ye."

Sulhaddîn Ozçelîk anî ziman ku eger Abdullah Ocalan heta niha azad nebû be ev yek ji ber kêmasiya her kesî ye û destnîşan kir ku her ferdekî gelê Kurd divê li her qadê têbikoşe.

Sulhaddîn Ozçelîk got, "Êrişên dagirkeriyê, komkujiyên li dijî gelê me li gel dîlgirtin û tecrîdkirina Rêberê me tênekirin" û anî ziman ku li dijî tecrîd û dagirkeriyê divê têkoşîneke topyekûn bê meşandin û tavilê yekîtiya neteweyî bê kirin.