Nobeda Azadiyê di hefteya 545'an de ye

Nobeda Edaletê ya li Strasbourgê di hefteya 545'an de bi koma ji welatparêzên li Darmstadtê dewam dike. Çalakgeran destnîşan kir ku di vê demê de divê ew li gel gerîla û Rêbertî erk û berpirsyariya xwe pêk bînin.

Nobeda Azadiyê, ku ji aliyê Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re di 25'ê Hezîrana 2012'an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourgê yê Fransayê destpê kir, di hefteya 545'an de ye.

Nobeda ku her hefte ji aliyê komek ji Kurd û dostên wan ên li Ewropayê ve tê meşandin, vê hefteyê bi koma ji welatparêzên li Darmstadtê dewam dike.

Di nava komê de Kamûran Kilinç, Selîm Oltan û Feyzî Ozçelîk hene.

Berdevkê komê Kamûran Kilinç bi navê çalakgeran daxuyanî da û diyar kir ku pêvajoya heyî ji bo gelê Kurd dîrokî ye.

Kilinç got, "Her Kurdekî welatparêz divê wezîfeya xwe bi cih bîne û xwedî li Rêbertî derkeve. Divê xwedî li rûmeta xwe, li nirx û partiya xwe derkeve. Her Kurdek zane ku partiya me îro li her devera cîhanê têkoşîneke bêhempa dimeşîne. Gerîlayên me Zap, Metîna, Heftanîn û her çiyayên Kurdistanê li dijmin kirine goristan. Lê belê em Kurdên li dîasporayê divê mil bi mil li gel gerîla, partiya xwe û Rêberê xwe têbikoşin."

Kilinç herî dawî sala 45'an a damezrandina PKK'ê pîroz kir.