Nobeda Azadiyê di hefteya 544'an de ye

Nobeda Azadiyê ya li Strasbourgê di hefteya 544'an de bi jinên Rojavayî dewam dike. Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û hate gotin, berxwedana Rêberê Gelê Kurd a li Îmraliyê berxwedana mirovahiyê ye.

'Nobeda Azadiyê' ku 25'ê Hezîrana 2012'an ji aliyê Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re li bajarê Strasbourgê yê Fransayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin, di hefteya 544'an de ye.

Nobedarên hefteya 544'an jî endamên Kongra-Star in. Fadîla Mohamed, Yanîs Basîma û Hêvî Hamî di nava koma çalakger de cih digirin.

Berdevka komê Fadîla Mohamed bi navê komê daxuyaniyek da û got, "Rêberê me 24 sal in di bin tecrîdeke giran de ye. Rêberê me nirxê me ye, îradeya me ye. Ji bo azadiya Rêberê xwe em ê hefteyekê di nobedê de bin. Heta ku azadiya Rêber Apo misoger bibe ev çalakî wê dewam bike. Ji ber ku dewletên Ewropayê û sîstema Ewropayê bi temamî têkildarî mafên mirovan qanûn amade kirin. Lê belê mafên mirovan, exlaqa wan li paş qanûnên wan ketiye. Ti carî li gorî qanûnên xwe tevnagerin. Exlaqê wan jî pêwendiya xwe bi berjewendiyên xwe hene. Gelê Kurd ji bo azadî û hebûnê îro têkoşîneke bêhempa dimeşîne. Ev têkoşîn ji bo gelên cîhanê ye. Ji ber ku sîstema neteweya demokratîk û sîstema Rojhilata Navîn a demokratîk îro li Rojava tê bicihanîn. Lê belê dewleta Tirk vê yekê ti carî qebûl nake. Rojane êrîşî gelê me dike. Êrîşî jinên me dike. Hîn beriya rojekê êrîşî Rojavayê Kurdistanê kir. Jin, zarok, hêza leşkerî ji bo wan ferq nake. Bûye dewleteke hovane. Vê hovîtiya xwe jî bi şerekî giran li hemberî me nîşan dide. Ev şer şerê man û nemanê ye, qirkirina Kurdan e. Lê belê cîhan bêdeng e. Ev bêdengî ti carî xizmetê ji wan re nake.

Gelê me yê Rojava li dijî DAÎŞ'ê şerekî mezin kir. Ji bo tevahiya cîhanê berxwedaneke mezin nîşan da. Lê belê cîhan niha çavên xwe li dewleta Tirk digire. Hewl dide ku yên destê DAÎŞ'ê şikandin tune bikin. Ew li hemberî xwe weke dijmin dibînin. Em li pêşiya Parlamenta Ewropayê kiryarên bi serê gelê me ve tên, kiryarên li dijî Rêberê xwe şermezar dikin. Em ti carî qebûl nakin. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe dikin; em bang li civaka navneteweyî dikin. Êdî bes e. Dikeve sala 24'an. Rêberê me aramiya cîhanê ye, aramiya Rojhilata Navîn e, aramiya Ewropayê ye."