'Nobeda Azadiyê' di hefteya 478'an de ye

Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin di hefteya 478'an de ye. Nobedarên vê hefteyê jî komek ji bajarê Kîel ê Elmanyayê ye.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê tê girtin, di hefteya 478'an de bi koma ji bajarê Kîelê yê Elmanyayê dewam dike.

Nobedarên vê hefteyê aktîvîstên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a bajarê Kîelê Meryem Qamişlo, Rojîn Hesekê, Bedîa Demîr, Rênas Zerya û Mahmût Rojava ne.

Meryem Qamişlo bi navê komê axivî û diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê wateya komkujiya li dijî gelê Kurd û dagirkirina Kurdistanê. Meryem Qamişolo bêdengiya welatên Ewropayê ya li pêşberî tecrîdê şermezar kir.

Qamişlo anî ziman ku bi rêya vê çalakiya dîrokî ew destnîşan dikin, ku Abdullah Ocalan îradeya gelê Kurd e û ragihand, yekane rêya çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Meryem Qamişlo diyar kir ku ew komkujiyên ku dewleta Tirk li Şengalê dike şermezar dikin û got, hesabê van êrişan ên bi hevkariya PDK'ê tên kirin wê ji aliyê jinên Kurd ve bê pirsîn.

Meryem Qamişlo destnîşan kir ku bi zext, komkujî û zordariyê wê kes nikaribe gelê Kurd ji têkoşînê vegerîne û gelê Kurd wê li her cihê lê ye rabe ser piyan.