Nobeda Azadiyê di hefteya 389'an de ye

Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê pêk tê, vê hefteyê bi koma ji paytexta Fransa Parîsê dewam dike.

Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ya ji bo Ocalan ku li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi rengekî bênavber dewam dike, kete hefteya 389'an. Her hefte komeke cihê vê çalakiyê didomîne. Vê hefteyê jî Mehmet Okan, Tûran Sonmez, Serhat Cîzrelî û Taşdemîr Anli yên ji Parîsê hatine, ev nobed wergirtin.

Li ser navê koma Parîsê daxuyanî hate dayîn û hate diyarkirin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê ev çalakî bi xurtî were domandin.

“RÊBERTIYA ME BI FIKRÊN XWE LI VIR E”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Ocalan di warê fizîkî de ne li vir be jî bi fikrên xwe li her derê ye û hate gotin “Ev çalakî tê wateya girêdayina bi Rêbertî re û di warê dîrokî de girîng e. Divê hemû cîhan bibîne ku Kurd çawa bi sebr têdikoşin.”

Di daxuyaniyê de bang li Konseya Ewropayê û CPT’ê hate kirin ku divê berpirsyariya xwe bi cih bînin û hate gotin ku “Konseya Ewropayê û CPT her roj me dibîne. Êdî divê daxwazên gelê Kurd ên ji bo Rêbertî jî bibînin.”