'Nobeda Azadiyê' bi koma ji Stuttgartê dewam dike

'Nobeda Azadiyê' ku ji aliyê Kurdên li Ewropayê ve bi rêk û pêk tê meşandin, di hefteya nû de bi koma ji Stuttgartê dewam dike.

Nobeda Azadiyê ku ji aliyê Însiyatîfa 'Azadî ji Ocalan re' di 25'ê Hezîrana 2012'an de li bajarê Strasbourgê yê Fransayê dest pê kir, di hefteya 491'ê de ye.

Çalakiya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, her hefte ji aliyê komek ji Kurdan û dostên wan ên li Ewropayê ve tê meşandin.

Çalakgerên hefteya 491'ê jî koma ji bajarê Stuttgartê yê Elmanyayê ye. Pempeşah Ozman, Sebahat Koçin, Sarya Rojhilat, Hamit Bilig û Mehmet Bilici wê vê hefteyê çalakiyê bimeşînin.

Mehmet Bilici bi navê komê axivî û diyar kir ku dewletên Ewropayê li hemberî sûcên li dijî mirovahiyê yên li gelê Kurd û rêbertî tê kirin bêdeng dimînin û ev bêdengî şermezar kir.

Bilici got, "Ji komploya navneteweyî û vir ve di serî de tecrîd bi her cûreyî êşkence li Rêbertî tê kirin" û anî ziman ku heta tecrîd bê rakirin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe, wê têkoşîna xwe dewam bikin.

Bilici bi bîr xist ku dewleta Tirk li dijî gerîla û gelê sivîl çekên kîmyewî bi kar tîne û diyar kir ku li gel dane û delîlên li ser vê mijarê saziyeke bi tenê ya navneteweyî jî lêkolîn nekiriye. Mehmet Bilici destnîşan kir ku hikumetên Ewropayê bi bêdengmayinê dibin şirîkê vî sûcê dewleta Tirk.

Bilici ragihand ku gelê Kurd wê ti carî dest ji têkoşînê bernede û ji bo mezinkirina berxwedanê bang kir.