Nobeda Azadiyê bi koma ji Oldenbûrgê dewam dike

Bi navê koma nû ya çalakiyê Torî Akan axivî û got, "Heta ku Rêberê me, xaka me azad nebe em jî azad nabin. Em xwedî li Rêber, gerîla, şehîd û xaka xwe derkevin."

Nobeda Azadiyê ku ji aiyê Însiyatîfa 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' di 25'ê Hezîrana 2012'an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê hate destpêkirin di hefteya 536'an de ye.

Nobedarên vê hefteyê endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Oldenbûrg ê Elmanyayê ye.

Kom ji Torî Akan, Selahattîn Ege û Xelef Akyuz pêk tê. Torî Akan bi navê komê axivî û got, "Bi navê Meclîsa Gel a Demokratîk a Oldenbûrgê em li vir in. Rêberê me 23 sal in tecrîdkirî ye. 11 sal in em ji bo azadiya wî çalakiyê dikin. Têkildarî vê çalakiya ji bo Rêberê me, heta niha rayedarên derdorên navneteweyî nehatine nepirsîne 'pirsgirêka we çi ye?' Ji ber vê yekê em rexneyê li Yekîtiya Ewropayê dikin. Di ser re dibêjin 'em neteweyeke demokratîk in'. Li gel wan demokrasî nîne. Eger hebûya wê pirsa 'derdê we, pirsgirêka we çi ye?' bikira. Divê Kurdên bi wijdan li vir bin, her roj em li qadan bin. Heta ku Rêberê me azad nebe, heta ku xaka me azad nebe em jî azad nînin. Rêberek hezar salî carekê, sed salî carekê tê cîhanê. Vê sedsalê jî Rêber Apo hat û ne tenê Kurd, her mirovekî xwedî wijdan divê xwedî li Rêbertî derkeve, li ber komkujiyên hovane yên ku dewleta Tirk dike, rabe. Li ser vê bingehê ez ji Rêbertî, hevalên li çiyê li ber xwe didin û li dijî dewleta dagirker ji bo me canê xwe didin, silavên xwe dişînim. Divê civaka Kurda dakeve qadan, xwedî li Rêberê xwe, gerîla, şehîdan û xaka xwe derkeve."