'Nobeda Azadiyê' bi koma ji Mainzê dewam dike

Çalakiya nobedê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê û di sala 10'an de ye, bi koma ji bajarê Mainzê dewam dike.

'Nobeda Azadiyê' ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourg ê Fransayê dest pê kir, kete hefteya 483'an.

Deh sal in li qadeke ku saziyên Ewropayê li derdora wê ne, xelkê Kurd û dostên wan ên li Ewropayê bi biryardarî nobedê digirin. Di hefteya nû de komek ji bajarê Mainzê yê Elmanyayê nobed dewr wergirt. Hanîfî Karayazi, Azad Malatya, Mehmet Dersim di nava koma nû de cih digirin.

Hanîfî Karayazi bi navê komê axivî û diyar kir ku ew endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê Yasîn Bûlût (Şukru Serhat) bi rêzdarî bi bîr tînin ku li bajarê Silêmaniyeyê yê Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin. Hanîfî Karayazi diyar kir ku ew berxwedana dîrokî ya gerîla silav dikin ku li dijî dagirkerî û qirkeriyê nîşan didin.

Hanîfî Karayazi got, "Dagirkeriya li ser xaka me, komkujiyên li dijî gelê me û pêşengên me li gel tecrîda li ser Rêberê me tê meşandin" û destnîşan kir ku bêdengiya welatên Ewropayê ya li pêşberî komkujî û dagirkeriyê ji aliyê ti Kurdekî ve nayê qebûlkirin.

Hanîfî Karayazi ragihand ku cara sêyemîn e ew tevlî çalakiya nobedê dibe û got, Nobeda Azadiyê ya ku 10 sal in ji aliyê gelê Kurd ve bi biryardarî tê meşandin durûtiya Ewropayê ya di mijara demokrasî û mafên mirovan de raxistiye pêş çavan. Hanîfî Karayazi destnîşan kir ku gelê Kurd wê bi berxwedanê azad bibe.

Hanîfî Karayazi ragihand ku azadiya gelê Kurd wê bi azadiya Ocalan pêk were û destnîşan kir ku îradeya çareseriyê ya pirsgirêka Kurd li Îmraliyê ye, gelê Kurd ji bilî vê yekê wê ti îradeyê qebûl neke.

Di dawiya axaftina xwe de Hanîfî Karayazi got, "Ji destpêka komploya navneteweyî û vir ve Rêberê me li Îmraliyê li dijî modernîteya kapîtalîst berxwedaneke mezin nîşan dide" û destnîşan kir ku gelê Kurd divê li her cihî li hev kom bibe û vê berxwedanê bi ser bixîne.