'Nobeda Azadiyê' bi koma ji Dortmundê dewam dike

'Nobeda Azadiyê' ku li bajarê Strasbourgê yê Fransayê di sala 9'an de ye, vê hefteyê bi koma ji bajarê Dortmundê yê Elmanyayê dewam dike.

Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 25'ê Hezîrana 2012'an de li bajarê Strasbourgê yê Fransayê dest pê kir, di hefteya 462'an de ye.

Nobedarên vê hefteyê jî koma ji bajarê Dortmundê yê Elmanyayê ye, ku Yûsûf Dûrdû, Xelef Abdulkadîr, Leyla Hamî û Çiyazan Koçer di nav de ne.

Yûsûf Dûrdû bi navê komê axivî û diyar kir ku 9 sal in ew li navenda Ewropayê daxwaza mafên xwe yên demokratîk dikin, lê belê bala welatên Ewropayê li ser berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî ye.

Dûrdû anî ziman, gelê Kurd Abdullah Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd de weke muxatab û îradeya çareseriyê dibîne û destnîşan kir ku bi çalakiya 'Nobeda Azadiyê' re wan ev yek nîşanî welatên di nava komploya navneteweyî de cih girtine, didin.

Yûsûf Dûrdû diyar kir ku gelê Kurd, heta azadiya Rêberê xwe wê çalakiyan dewam bike û destnîşan kir ku Kurdan li her devera cîhanê bi çalakiyên xwe ev yek nîşan dan.

Yûsûf Dûrdû Şehîd Sînan Dersim (Dalokay Şanli) bi bîr anî, sersaxî ji gelê Kurd re xwest û diyar kir ku ew li ber bîranîna qurbaniyên Qirkirina Ermenan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Yûsûf Dûrdû ragihand, dewleta Tirk a dagirker di salvegera Qirkirina Ermenan de li Başûrê Kurdistanê dest bi êrişeke berfireh a dagirkeriyê kir, hewl dide qirkirineke nû bike û destnîşan kir ku gel divê li dijî faşîzmê têbikoşe.

Yûsûf Dûrdû berxwedana dîrokî ya gerîla silav kir û anî ziman 'Nobeda Azadiyê' li Ewropayê temsîla vê îradeya dîrokî ya li Ewropayê ye. Dûrdû bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku li dijî dagirkerî û faşîzmê rabin ser piyan.