'Nobeda Azadiyê' bi koma ji Cenevreyê dewam dike

Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin û her hefte bi komeke cuda dewam dike, vê hefteyê bi koma NCDK-Cenevreyê didome.

Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ku Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re di 25'ê Hezîrana 2012'an de li bajarê Strasbourgê yê Fransayê da destpêkirin, di sala 10'emîn de ye.

Nobedarên hefteya 501'ê koma ji bajarê Cenevre yê Swîsreyê ye. Salîh Saglam, Cemal Altûnsoy, Erdal Taş û Devrîm Ûzûnboylû di nava komê de cih digirin.

Ji çalakgeran Salîh Saglam endamên YPJ û YPG'ê yên li Hesekê di têkoşîna dijî êrişên DAÎŞ'ê de şehîd bûn bi bîr anî û hêzên ku DAÎŞ'ê xwedî dikin şermezar kir.

Saglam diyar kir ku gelê Kurd 10 sal in ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi biryardarî hişyariyê didins aziyên Ewropayê û destnîşan kir ku dewleta Tirk di şexsê Rêberê Gelê Kurd Ocalan de li dijî gelê Kurd û mirovahiyê sûc dike.

Salîh Saglam diyar kir, ku bêdengiya saziyên Ewropayê tê wateya hevkariya vî sûcî û destnîşan kir ku gelê Kurd bi xwedîderketina li rêberê xwe wê ber bi azadiyê ve bimeşe.

Salîh Saglam bang li Kurdên li Ewropayê kir ku xwedî li çalakiyê derkevin û got, "Em ê teqez bi ser bikevin."