'Nobeda Azadiyê' bi jinan dewam dike

Nobeda Azadiyê ku li navenda saziyên Ewropayê 10 sal in tê lidarxistin, bi endamên Meclîsa Jinê ya Ronahî dewam dike.

'Nobeda Azadiyê' ku li bajarê Strasbourgê yê Fransayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Însiyatîfa 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' di 25'ê Hezîrana 2012'an de hate destpêkirin, kete hefteya 493'an.

Her hefte komek ji Kurd û dostên wan ên li Ewropayê ve tê dewr girtin. Nobedarên hefteya nû endamên Meclîsa Jinê ya Ronahî ya ji bajarê Hannoverê yê Elmanyayê ye.

Di nava komê de Aliye Ekîncî, Ronahî Denîz û Aysel Dogan hene.

Aliye Ekîncî bi navê komê axivî û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd 22 sal in dîlgirtî û tecrîdkirî ye.

Aliye Ekîncî anî ziman ku li qadeke ji saziyên Ewropayê 10 sal in bi rêya vê çalakiyê ew hevkariya dewleta Tirk û Yekîtiya Ewropayê û konsepta wan a êşkenceya Îmraliyê teşhîr dikin û destnîşan kir ku vê şerma ku di şexsê Abdullah Ocalan de li gelê Kurd dikin, li rûyê wan dixin.

Aliye Ekîncî got, "Ev yek şerma Ewropayê ye" û wiha dewam kir, "Em nikarin agahiyê ji Rêber Apo werbigirin. Saziyên Ewropayê erk û wezîfeya xwe pêk nînin." Aliye Ekîncî bal kişand ser fikarên gelê Kurd ên ji pêvajoyê û bang li saziyên Ewropayê kir ku tavilê bikeve nava liv û tevgerê.

Aliye Ekîncî got, "Heta ku Rêberê me azad nebe jin azad nabin" û destnîşan kir ku jin wê faşîzmê hilweşînin û Rêberê xwe azad bikin.

Aliye Ekîncî herî dawî bang li gelê Kurd û dostên wan kir û got, "Azadiya gelê Kurd bi azadiya Rêbertî dibe. Rêya çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd ji Îmraliyê derbas dibe. Divê gelê me û dostên me çalakiyên ji bo azadiya Rêberê me mezintir bikin."