'Nobeda Azadiyê' bi ciwanan dewam dike

'Nobeda Azadiyê' ku bi dirûşma 'Azadî ji Rêber Apo re' 10 sal in bi biryardarî tê lidarxistin, ji aliyê ciwanan ve dewr hate girtin.

'Nobeda Azadiyê' ku ji aliyê Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan ve di 25'ê Hezîrana 2012'an de li bajarê Strasbourg ê Fransayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, di hefteya 498'an de ye.

Çalakî her hefte bi komeke nû ya ji Kurd û dostên wan ên li Ewropayê tê meşandin. Nobedarên vê hefteyê jî aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger e.

Koma nû ji Serhad Dogan, Firat Botan û Mehmet Yilmaz pêk tê.

Serhad Dogan bi navê komê axivî û diyar kir ku armanca wan li gel azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan teşhîrkirina sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd e.

Serhad Dogan ragihand ku wê bêdengiya dewletên Ewropayê ya li hemberî vî sûcî qebûl nekin û bang li gelê Kurd ê li Ewropayê kir ku xwedî li çalakiyê derkeve.

Çalakiya ku li qadeke ji saziyên Ewropayê (Parlamenta Ewropa, Konseya Ewropa, CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê) 10 sal in bi biryardarî tê lidarxistin, hefteyê heft rojan ji saet 07:30 heta 16:30'î dewam dike.

Di dema çalakiya nobedê de broşurên ji zimanên cuda yên li ser jiyan, paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkildarî komploya navneteweyî û sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê têne belavkirin û Ewropî têne agahdarkirin.