'Nobeda Azadiyê' bi ciwanan dewam dike

Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ku li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, bi ciwanan dewam dike.

Nobedarên hefteya 449'an a çalakiya nobeda 'Azadî ji Ocalan re', aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jin ên Azad in.

Çalakî hefteyê heft rojan saet di navbera 08:30-17:00 de pêk tê. Çalakger qala sûcê li dijî mirovahiyê tecrîdê dikin û destnîşan dikin ku konsepta şer a li gelê Kurd bi tecrîda şidandî re veguheriye qirkirinê.

Ji komîteya amadekar Zulfu Bîngol bi daxuyaniyekê ragihand ku Tevgera Azadiyê ya Kurd tevgereke ciwanan e û gelekî hêja ye ku ciwan xwedî li çalakiyê derdikevin.

Zulfu Bîngol diyar kir, ji bo sala 2021'ê bibe sala azadiya Kurdan û Rêberê Gelê Kurd divê seferber bibin û destnîşan kir ku dema ew li ciwanan dinerin, bi hêvî dibin.

Endamê komîteya amadekar Zulfu Bîngol anî ziman ku gotina "Me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî biqedînin" rastiya berxwedana Kurdan radixe pêş çavan û ragihand, ku ciwanên Kurd jî bi vê têgihiştinê têkoşînê mezin dikin û pêşengiyê ji gel re dikin.

Bîngol ji bo xwedîderketina li greva birçîbûnê ya girtiyan a li dijî tecrîdê bang kir û destnîşan kir ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe, komkujî li ser serê Kurdan kêm nabe.

Zulfu Bîngol ji bo çalakiya Nobeda Azadiyê jî banga xwedîderketinê kir ku 9 sal in bi biryardarî dewam dike.

Koma ciwanan a ku dest bi çalakiyê kir ji Adnan Erkek, Alî Çîmen, Ferhat Naqo, Berîtan Dersim, Kawa Gimgim û Nîzar Ozgur pêk tê.