Nivîskara Swêdî: Divê bombardûmana Tirkiyeyê bi dawî bibe

Nivîskara Swêdî Annîka Spalde ragihand ku bombardûmana dewleta Tirk a li dijî Başûrê Kurdistanê zerarê dide sivîlan û ji Tirkiyeyê xwest ku dawî li bombardûmanê bîne.

Annîka Spalde tevî nivîskariya xwe her wiha aktîvîsteke aştiyê ya naskirî ye ku ji bo mafên mirovan di bin sîwana dêrên Swêdê de dixebite.

Spalde çend roj beriya niha çû serdana Başûrê Kurdistanê û bi xizmên mirovên ku ji ber bombardûmana balafirên şer ên Tirk jiyana xwe ji dest dan hevdîtin kiribû.

Spalde çavdêriyên xwe ji rojnameya Dagensê re nivîsî û diyar kir ku di bombardûmana 10'ê Tîrmehê de zarokekî 18 salî jiyana xwe ji dest da, her wiha zarokek bi giranî birîndar bû û wê bi malbata mexdûrê bombardûmanê re hevdîtin kiriye.

Spalde anî ziman ku Qadr bavê zarokê jiyana xwe ji dest da jê re gotiye ku herêm demeke dirêje tê bombekirin.

Qadr jê re got, "Tirkiye û Îran guh nadin kesî. Me hemûyan wêneyên zarokên ku ji ber bombardûmana fosfor a li Kurdistana Sûriyeyê dîtin. Eger dinya destûra vê yekê dide hingî wê çi bi hêviya me ya ji bo paşerojê bibe?"

Spalde ragihand ku wê hin malbatên din ên zerar ji êriş û bombardûmana dewleta Tirk dîtine hevdîtin kirine û der barê êrişên dewleta Tirk ên dijî Başûrê Kurdistanê got, "Dewleta Tirk bi dehan sal in ku êrişê dibe ser herêmeke berfireh a Kurdistana Iraqê û medya navneteweyî jî kêmcaran vê yekê dibîne. Ji çend salan ve bombardûman zêde bû. Di sala 2018'an de leşkerên Tirk 350 caran bi balafirên şer û bombeyan êriş kir. Di êrişan de balafirên şer ên bêmirov hatin bikaranîn. Tirkiye dibêje ku ew êrişî PKK'ê dike, lê belê sivîl tên kuştin û birîndar dibin, zevî tên şewitandin, her wiha swal tên telefkirin. Li herêmê piraniya wan gundên Kurdan û beşek jî gundên Asûriyan nêzî 300 heta 500 gundî hatin bombekirin."

Spalde ji dinyayê xwest ku li dijî bombardûmana Tirkiyeyê helwestê nîşan bide û ji bo daxwazên mirovên herêmê jî got, "Ji Sefaretxaneyên Tirk re nameyên elektronîk bişînin û bixwazin ku êrişên dijî sivîlan rawestînin. Di betlaneya havînê de neçin Tirkiyeyê, ji bilî Tirkiyeyê biçin welatekî cuda. Malên Tirk nekirin."