Nivîskara Îranî Darvîshî: Êdî em dixwazin li welatekî azad bijîn!

Nivîskara Îranî Sepîdeh Darvîshî a ku li hemberî qetilkirina Jîna Emînî pêşengtî ji çalakiyên protestoyê yên li Tirkiyeyê kir got “Em êdî dixwazin li welatekî demokratîk û azad bijîn.”

Li Îranê jina Kurd a bi navê Jîna Masha Emînî bi hinceta ku pora wê xuya bû ji aliyê polîsên exlaq ve hatibû qetilkirin. Li hemberî qetilkirina Jîna Mahsa Emînî serhildan û protesto didomin. Li Stenbolê jî jin li pêşiya Konsolosxaneya Îranê kom dibin û rejîma mollayan a li Îranê şermezar dikin.

Nivîskara Îranî Sepîdeh Darvîshî jî yek ji van çalakvanan e. Darvîshî ji ANF’ê re axivî. Darvîshî ji ber zext û gefên li ser wê 5 sal berê neçar maye were Tirkiyeyê. Darvîshî bal kişand ser vî tiştî ku dewleta Îranê herî zêde dijminê jinan e û got “Ez Bextiyarî me. Ez nivîskar im û Xirîstiyan im. Çend sal berê îstîxbarata bi navê Sîpahî ji min xwestin ku ez biçim dêrê û ji bo wan sîxurtiyê bikin. Ji ber zexta şerîatê hinek kes diçin dêrê û ola xwe diguherînin. Li Îranê qedexe ye ku mirov piştre bibe Xirîstiyan, kesên ola xwe biguherînin jî tên darvekirin. Ji min xwestin kesên ola xwe guherandine tespît bikim û navan bidim wan. Ji ber ku min qebûl nekir, ez destgîr kirim û êşkence li min kirin. Gefa tecawizê li min xwarin. Herî dawîn cezayê girtîgehê li min birîn. Ez jî neçar mam ji welatê xwe birevim.”

Darvîshî şopa êşkenceyê nîşan da û diyar kir hê jî ew nikare bi pênûsê bigire. Darvîshî diyar kir ji ber înternet hatiye qutkirin ew nikare agahiyan ji malbata xwe ya li Tehranê werbigire.

Darvîshî diyar kir piştî qetilkirina Jîna Emînî êdî gelên Îranê hewl tehamul dikin û dawiya rejîma mollayan hatiye û got “Em êdî dixwazin li welatekî azad bijîn. Tekane daxwaza me ev e û em ê bi têkoşînê vî tiştî pêk bînin.”