Nivîskar Haydar Işik li Frankfurtê hate bîranîn

Li Frankfurtê nîvîskar Haydar Işik ê di 17’ê Kanûnê de jiyan xwe ji dest da hate bîranîn.

Nivîskar Haydar Işik ku ev 6 sal bûn bi nexweşiya penceşêrê ketibû, di 84 saliya xwe de di 17’ê Kanûnê de li mala xwe ya li Munîha Elmanyayê koça dawî kir. Nivîskar Haydar Işik li Navenda Çandê ya Elewiyan ya li Frankfurtê hate bîranîn. Malbata Işik, Hevseroka KCDK-E Fatoş Goksûngur, nîvskar û siyasetmedar Fûat Kav, hunermend Ferhat Tun û Ozan Baran, Hevseroka Kongreya Avakirina Dêrsimê Hulya Yer, DKTM Frankfurt û gelek rojnamevan tevlî bîranînê bûn.

‘EM Ê DAXWAZÊN WÎ BI CIH BÎNIN‘

Di bîranînê de Hevseroka Kongreya Avakirina Dêrsimê Hulya Yer axivî. Yer anî ziman ku serokê rûmetê ê kongreya me li pey xwe gelek tişt ji me re hiştin û got: “Bi taybet em jinên Dêrsimî tu carê wî ji bîr nakin. Çûyîna heval Haydar weke jiyana wî mezin bû û li pey xwe şop hiştin. Berî demekê em çûn serdana wî, hêviyên wî mezin bûn. Ji bo ku em bigihêjin daxwaz û xwestekên xwest em têkoşînê mezin bikin. Em ê weke jinên Kurd daxwaza wî bi cih bînin.“

‘MAMOSTEYÊ ME TEVAN BÛ‘

Keça Haydar Işik, Yuksel Işik ji axivî û got: “Erê ew bavê min bû, lê ew mamosteyê me hemûyan bû. Ew hevalê me bû. 40 sal e heta dawiya jiyana xwe rûyê wî timî li Dêrsimê bû û têkoşîn meşand.“

‘HESKIRINA WÎ YA TÊKOŞÎNA AZADIYÊ TU CARÊ BI DAWÎ NEBÛ‘

Piştre Hevseroka KCDK-E Fatoş Goksûngur jî axaftinek kir û got: “Rol û cihê pênûsa Haydar Işik di têkoşîna Kurdistanê de gelek girîng û ji bo me bi qîmet bû. Tu carê heskirina wî ya têkoşîna azadiyê bi dawî nebû.“

Goksûngur diyar kir ku wê têkildafî meresima cenaze û definkirinê piştre daxuyaniyê bidin raya giştî.