Nîşaneyên êrişa li Hesekê balê dikişînin ser MÎT û Muhaberatê

Agahî û belgeyên destpêkê yên êrişa DAÎŞ'ê ya li ser Hesekê nîşan didin ku li pişt planê îstîxbarata Tirk û muhaberata Sûriyeyê hene.

Êrişa DAÎŞ'ê ya 20'ê Çileyê ya li ser girtîgaha Sînaayê, ku zêdeyî 5 hezar DAÎŞ'î lê girtî ne, hîn jî di rojevê de ye. Her çend ev êrişa berfireh ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve bi giranî hatibe têkbirin jî hîn gelek pirs li holê ne ku bersiv ji wan re divê.

QSD û Hêzên Asayîşê gav bi gav vê êrişê têk dibin. Di her gavê de jî nîşaneyên têkildarî piştperdeya plana êrişê û têkiliyên derve eşkere dibin. Nîşaneyên ku heta niha eşkere bûne jî işaretê bi dewleta Tirk û hikumeta Şamê dikin.

Ji hin hevdîtinên beriya êrişê, asta amadekirina êrişê û armancên wê tê fêhmkirin ku êriş ne tenê çalakiyeke sofîstîke ya DAÎŞ'ê ye, lê belê ji derve ve xwedî amadekariyeke cidî ye. Daneyên hatin bidestxistin û rewşa li qadê nîşan didin ku êriş ji aliyê Enqereyê ve hatiye birêvebirin.

ÊRIŞ ÇAWA HATE PLANKIRIN?

Ji mikurhatinên destpêkê yên çeteyên DAÎŞ'ê yên hatin girtin tê fêhmkirin, ku êriş demeke dirêj hate amadekirin û plana wê jî li Serêkaniyê hate danîn ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin. Bi mehan beriya êrişê çete yek bi yek, yan jî bi komên biçûk hatin li taxa Xiwêranê ya Hesekê bi cih bûn û li vê derê dest bi karê rojane kirin.

Li gorî agahiyan, pêvajoya amadekirina êrişê 7-8 mehan dewam kir. Li gorî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYE'yê Ned Price DAÎŞ zêdeyî saleke di nava hewldanê de ye. Ji ber ku di nava çeteyên li vê girtîgehê de serçeteyên DAÎŞ'ê jî hebûn.

ŞANEYÊN RAZAYÎ JI ALIYÊ TIRKIYEYÊ VE HATIN ŞANDIN

Ev şaneyên razayî yên DAÎŞ'ê ku di bin sîwana dewleta Tirk de bûn, li Xiwêranê di karên cuda de xebitîn, xwe bi vî rengî dan jibîrkirin. Lê belê li aliyê din ji bo van çeteyan jî bi rêya kesên cuda çek û cebilxane hatin şandin. Li gorî daxuyaniya Fermandariya Giştî ya QSD'ê bi vî rengî 200 çete ji Serêkaniyê, Girê Spî û Ramadiyê li taxa Xiwêranê û derdora girtîgehê hatin bicihkirin.

PIRANIYA ÇETEYÊN GIRTÎ BIYANÎ NE

Beşek ji çeteyên li girtîgehê jî heman amadekarî dikirin. Çeteyên ku gelek caran hewl dan 'serî rakin' li bendê bûn ku bi êrişê re bikevin nava liv û tevgerê. Ji xwe li vê girtîgehê zêdeyî 5 hezar çete hene ku piraniya wan biyanî ne ku jê re 'muhacir' tê gotin. Yanî piraniya van kesan yekser karê leşkerî yê DAÎŞ'ê kirine.

PLANSAZIYA ÊRIŞÊ

Bi fermana êrişê re destpêkê li Xaçerêya Xiwêranê wesayiteke bombebarkirî tê teqandin. Wesayita bombebarkirî li nêzî 3-4 tankerên petrolê tê teqandin û bi vî rengî bandora wê tê zêdekirin. Bi vî rengî rêya bingehîn a ku hêzên ewlekariyê dest li girtîgehê werde tê girtin. Li gel vê yekê wesayiteke cuda jî li ber deriyê girtîgehê û avahiya Erka Xweparastinê tê teqandin û hewl didin ku pêşî li destwerdana ji vê derê bigirin.

HIN SIVÎL DÎL HATIN GIRTIN

Bi teqînan re şaneyên razayî yên berê li taxan hatin bicihkirin ketin nava liv û tevgerê û li hin deveran sivîl dîl girtin. Lê belê êrişa li ser girtîgehê ne ji derî, lê ji nava taxê tê kirin. Bi makîneyên kar dîwarê girtîgehê tê xerakirin û hucreyên razayî dikevin hundirê girtîgehê, çekan li çeteyên li girtîgehê belav dikin û hin ji personelên girtîgehê dîl digirin.

TAX HATE DORPÊÇKIRIN, PÊŞÎ LI BELAVBÛNÊ HATE GIRTIN

Bi êrişê re Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD bi hev re ketin nava liv û tevgerê û weke karê destpêkê hewl dan sivîlan biparêzin. Ji bo vê jî dor li taxên Xiwêranê û Heyî Zihur girtin. Ji aliyekî ve pêşî li belavbûna çeteyan a li herêmên berfireh hate girtin, li aliyê din jî sivîl li cihekî ewle hatin veguhastin.

Di şer û operasyonan de, ku pênc roj in dewam dikin, zêdeyî 150 şaneyên veşartî bi giştî 200 çete hatin kuştin, bi sedan çeteyên reviyan hatin girtin. QSD'ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn girtîgeh dorpêç kirin û hin ji şaneyên razayî yên li taxan bi operasyonan bêbandor kirin.

NÎŞANE BALÊ DIKIŞÎNE SER REJÎMÊN TIRKIYE Û SÛRIYEYÊ

Detayên êrişa berfireh a li ser Hesekê bi pêşveçûna operasyonê re wê bêhtir eşkere bibe, lê belê mijara esasî ku divê li ser bê rawestandin piştperdeya êrişê ye. Nîşaneyên destpêkê balê dikişînin ser dewleta Tirk û rejîma Sûriyeyê.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, ev êriş ji bo mehên Cotmeh-Mijdarê hatibû plankirin. Wê demê dewleta Tirk ji aliyekî ve bi DYE û Rûsyayê re amadekariya êrişeke nû ya dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikir, li aliyê din jî hêz li ser sînor zêde dikir. Serokkomarê Tirk meha Cotmehê bi Serokê DYE'yê Biden re hevdîtin kir û piştre jî bi Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn re rûnişt. Lê belê di van hevdîtinan de ji bo dagirkeriyeke nû zemîn û destûr bi dest nexist.

WÊ BERIYA DU MEHAN ÊRIŞ KIRIBÛNA

Di vê demê de ku dewleta Tirk hewl dida destûrê ji bo dagirkeriyê werbigire, hêzên QSD'ê jî li Hesekê û Reqayê di nava hin operasyonên girîng de bû û hin şaneyên razayî yên DAÎŞ'ê girtibû. Serçeteyê ku hate girtin mikur hatibû ku armanca wan Girtîgeha Hesekê ye. Lê belê bi têkbirina vê şaneyê re plan jî têk çû.

ARTÊŞA TIRK Û DAÎŞ'Ê DI HEMAN DEMÊ DE ÊRIŞ KIRIN

Plan bi derengî jî be kete meriyetê û 20'ê Çileyê bi cih hate anîn. Bi destpêkirina êrişa li Hesekê re dewleta Tirk û çeteyên wê jî ketin nava liv û tevgerê. Li xeta Zirgan, Til Temir û Eyn îsayê dewleta Tirk û çeteyên wê li gel êrişa DAÎŞ'ê ya li Hesekê dest bi êrişan kirin.

Dewleta Tirk ku DAÎŞ ji hundir xiste nava liv û tevgerê, li xeta Zirgan, Til Temir û Eyn Îsayê hêzên xwe zêde kir û ji hewayî û bejahî ve dest bi êrişê kir. Bi taybetî veguhastina hêzê ya li bakurê Til Temirê, li gorî rewşa êrişa DAÎŞ'ê ya li Hesekê hate amadekirin.

REJÎMA SÛRIYEYÊ JÎ NESEKINÎ

Hin ji nîşaneyên destpêkê yên li ser êrişê balê dikişînin ser rejîma Sûriyeyê. Demeke kurt beriya êrişê li Hesekê dest bi liv û tevgereke awarte kir, bi rêya medya xwe li dijî Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û QSD'ê dest bi kampanya reşkirinê kir. Vê yekê danûstandinên demên dawî yên navbera îstîxbarata Tirk û muhaberat Sûriyeyê anî bîra mirovan.

DI HEVDÎTINA MÎT-MUHABERATÊ DE IŞARET HATIBÛ DAYIN

Medya Tirk di nûçeyeke xwe ya 30'ê Kanûnê de ragihandibû ku îstîxbarata Tirk û muhaberata Sûriyeyê li bajarê Akabe yê Urdunê li hev civiyane. Hate Îdîakirin ku di hevdîtinê de "lidarxistina operasyonên hevpar li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê", "Bi berfirehkirina çarçoveya lihevkirina Edeneyê re dewleta Tirk li kûrahiya bi 35 kîlometreyî operasyonê bike", "Li Dêra Zor, Reqa û Hesekê eşîran rakin ser piyan", "Berdana girtiyan" û "Jinûve avakirina helebê" hatine nirxandin û Sûriye û Rûsya jî bi erênî nêzî vê yekê bûne.

GEFÊN DI HEVDÎTINA 17'AN A ASTANAYÊ DE HATIN XWARIN

Ji xwe hefteyek beriya vê nûçeyê di 22'ê Kanûna 2021'ê de Rûsya, Îran û Tirkiyeyê hevdîtinên 17'an ên Astanayê kirin. Di belavoka hevpar de jî hate gotin, "Li ser karên cihêkar ên ku gefê li ewlekariya neteweyî ya welatan dixwe ya li rojhilatê Firatê bê rawestandin" û "Rabûna li ber hatineya neqanûnî ya petrolê ya Sûriyeyê". Bi vî rengî bi zimanekî dîplomatîk qala lîstikên dixwazin li ser herêmê bilîzin kiribûn.

GELO WÊ TIRKIYE JI BAKUR, SÛRIYE JÎ JI BAŞÛR ÊRIŞ BIKIRA?

Eger êrişa li Hesekê bi ser biketa, li gorî îdîayên di hevdîtina MÎT û Muhaberatê de hatin kirin, dibe ku dewleta Tirk ji bakurê Til Temirê û rejîma Sûriyeyê jî ji herêmên weke Tebqa, Reqa û Dêra Zorê biketa nava êrişê.

NÎŞANE HEMÛ BALÊ DIKIŞÎNIN SER DEWLETA TIRK Û HIKUMETA ŞAMÊ

Li gorî gelek daneyên heta niha hatine bidestxistin (Çekên NATO'yê yên bi nûmaraya dewleta Tirk ên di destê DAÎŞ'iyan de, qeydên deng ên axaftina bi telefonê yên DAÎŞ'iyên li girtîgehê bi Tirkiyeyê re kirin, mikurhatinên çeteyên DAÎŞ'ê yên hatin girtin, mikurhatinên ku dixwestin biçin Serêkaniyê, nasnameyên nû yên Sûriyeyê yên li ser şaneyên razayî yên derbasî herêmê bûn, liv û tevgera rejîma Sûriyeyê ya li herêmê) nîşan didin ku dewleta Tirk û hikumeta Şamê li pişt vê plana komkujiyê-fîrar-serîrakirinê ya DAÎŞ'ê ne. Bêguman rojên bê têkildarî vê mijarê wê hîn bêhtir agahî, dane û belge bi dest bikevin û bêne weşandin.

QSD'Ê DERBA GIRAN LI PLANA QIRÊJ DA

QSD'ê êrişa li Hesekê bi giranî têk bir û careke din derbeke giran li DAÎŞ'ê xist. Di heman demê de derbeke giran li dewleta Tirk û hikumeta Şamê jî ket ku li pişt vê plana êrişê ne. Eşkere ye ku hedefa vê planê aliyekî xwe Rêveberiya Bakur-Rojhilat û QSD be, aliyê din jî Emerîka û koalîsyon e.

NE ÊRIŞA DESTPÊKÊ YE, WÊ NEBE YA DAWÎ

Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û QSD'ê di şerê navxweyî yê 11 salan ê Sûriyeyê de heta niha gelek êriş têk bir, ev êriş jî têk bir û di vê mijarê de bû xwedî tecrûbeyeke mezin. Lê belê ev êriş ne ya destpêkê bû, wê nebe ya dawî jî.