Nîlufer Koç: Divê em bi stratejîk bifikirin û rejîmê hilweşînin - ZINDİ

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo li dijî dagirkeriya dewleta Tirk helwesta xwe diyar bike li Berlînê civînekê li dar dixe.

Nûnerên sazî, dezgeh, partî û rêxistinên Kurd ji bo diyarkirina helwesta neteweyî di bin banê KNK’ê de li Kluba Çapemeniyê ya Brukselê hatin ba hev.

Di civînê de wê dagirkeriya Tirkan were nîqaşkirin, nerazîbûn were nîşandan û wê hewl were dayîn ku helwesteke hevpar were diyarkirin.

Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç di destpêkirina civînê de axivî û got ku “Ez hêvîdar im ev civîn ji bibîranîna rêheval Dîyar Xerîb (Helmet) bibe bersiv. Bi şehadeta heval Helmet re, tê dîtin ku armanca êrîşan Başûrê Kurdistanê ye.”

Koç bal kişand ser vî tiştî ku dewleta Tirk dixwaze di navbera Kurdan de şer derbixe û got ku “Divê Kurd li hemberî polîtîkayên dewleta Tirk bi stratejîk tevbigerin.”

Civîn didome.