'Newrozê careke din nîşan da: Jiyanek bêyî rêbertî nabe'

Komîteya Amadekar a Nobeda Azadiyê, beşdarên Newroza Azadiyê ya Sala 50'emîn silav kir û got, "Newroza 2022'an nîşan da ku gelê Kurd wê jiyana bêyî Rêberê xwe qebûl neke."

Newroza 2022'an ku diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, bi dirûşma "Newroza Azadiyê ya Sala 50'emîn" li Kurdistanê û çar aliyên cîhanê bi çalakiyên bi heybet hate pîrozkirin.

Komîteya Amadekar a Nobeda Azadiyê, ku li bajarê Strasbourg ê Fransayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya nobedê lidar dixe, li ser Newroza Azadiyê ya Sala 50'emîn daxuyaniyek weşand.

Di peyamê de hate gotin, "Em Newrozê destpêkê li Rêberê xwe, li gerîlayan, gelê me û gelên ji bo azadiyê şer dikin, pîroz dikin" û hate ragihandin ku Newroz jinûve hişyarbûna gelekî li ber windabûnê bû.

Komîteyê destnîşan kir, ya ku gelê Kurd gihandiye vê astê, îrade û berxwedana bêhempa ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, "Nîqaşa li ser rê û rêbazên misogerkirina azadiya gelê Kurd bi nêzîkatiya Rêber Apo ya li Newrozê diyar bû. Mazlûm Dogan bi Newrozê bersiveke dîrokî da zilma dijmin. Wê bersiva dîrokî bi Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Ronahî (Bedriye Taş), Bêrîvan (Nîlgun Yildirim) dewam kir. Newroz bi vî rengî ji bo Kurdan bû berxwedan."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku pîrozbahiyên Newroza 2022'an nîşan dan ku gelê Kurd jiyana bêyî Rêbertî qebûl nake û hate gotin, "Bi navê Komîteya Amadekar em beşdarên Newroza Azadiyê ya Sala 50'emîn silav dikin."

Komîteyê diyar kir, bi navê gelê Kurd û dostên wan li Strasbourgê li pêşiya saziyên Ewropayê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin û Newroz li beşdarên nobeda azadiyê pîroz kir, ku zêdeyî deh sal in bi îrade û dîsîplîneke mezin çalakiyê dewam dikin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Newroz ji bo gelê Kurd tê wateya berxwedan û azadiyê û hate gotin, bi Newroza 2022'an re ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bi rengekî topyekûn têbikoşin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ya ku em gihandin vê serdemê îdeolojiya Rêberê me ye" û hate destnîşankirin ku di Newroza Sala 50'emîn de ku diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye kirin, biryardariya "Wê faşîzm bê hilweşandin, Rêber Apo azad bibe" hate kirin.