Newroza Amedê: Em ê dawî li tecrîdê bînin

Bi sedan hezar kes li Amedê li hev civiyan û bi şiyara 'Em ê teqez bi ser bikevin, dawî li tecrîdê bînin' Newrozê pîroz dikin.

Pîrozbahiya ku ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve tê lidarxistin, îsal bi şiyara 'Em ê teqez bi ser bikevin, dawî li tecrîdê bînin' pêk tê. Bi sedan hezar kes li qada Newrozê li hev civiyan. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 134 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye mohra xwe li Newroza îsal xist.

Di Newrozê de ku bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, Zulkuf Gezen ê çalakiya fedayî kir hate bîranîn û berxwedêrên greva birçîbûnê hatin silavkirin.

'MEŞ MEŞA AZADIYÊ YE'

Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê Garîp Kandemîr destpêkê axivî û got, "Meş meşa azadiyê ye. Hezar silav ji vê meydanê re. Em di demeke dîrokî de ne. Ji aliyekî ve hilbijartin, li aliyê din jî krîzên siyasî yên li Rojhilata Navîn. Divê tavilê ji vê rewşa metirsîdar derkevin."

Kandemîr diyar kir, li Tirkiyeyê pirsgirêkeke siyasî heye û ji bo çareseriya wê jî divê deriyê Girava Îmraliyê bê vekirin. Kandemîr got, "Ev derî deriyê azadî û biratiyê ye. Gelê Kurd di sedsala dawî de bêstatu jiya. Ev gel bi berxwedana xwe gihîşt asta azadiyê. Divê êdî ev gel azad bibe. Azadî herî zêde mafê gelê Kurd e. Eger tifaqek pêk were hingî ti hêz nikare li ber bisekine."

OZTURK: HETA KU YÊN MÎNA ZULKUF HEBIN, WÊ DEHAQÊN SERDEMÊ HER TÊK BIÇIN

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk jî Newroz li gel pîroz kir û got, "Birêz Leyla Guven û hevalên me yên li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne. Daxwaza wan bidawîbûna tecrîdkirina Birêz Ocalan e."

Ozturk diyar kir, Zulkuf Gezen ji bo hevalên wî yên di greva birçîbûnê de ne zerarê nebînin, ji bo tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe dawî li jiyana xwe anî û şehîd bû û got, "Em careke din bejna xwe li ber hevrê Zulkuf bi rêzdarî ditewînin. Heta ku yên mîna Zulkuf hebin wê Dehaq her têk biçin."

'VÎNA BERXWEDÊRAN FAŞÎZMÊ DIHELÎNE'

Berdan Ozturk got, "Newroz mizgîniya biharê ye, berxwedan e. Newroz bi ruhê Kawayan ber bi azadiyê ve dimeşe. Dehaq di her serdemê de hebûn. Ti pîvan nas nekirin. Mirinê, tirsê li me ferz dikin. Rêya duyemîn; azadî, demokrasî û felsefeya Birêz Ocalan e. Hevalên me yên di greva birçîbûnê de ne bedena wan dihele. Lê belê vîna wan gelekî xurt e. Faşîzm li pêşberî vê vînê dihele. Di serî de Leyla Guven hevalên di greva birçîbûnê de ne hemûyan silav dikim."

Ozturk gefên dewleta Tirk ên dema referandûmê li Başûrê Kurdistanê xwar, dagirkirina Efrînê, komkujiyên li jêrzemînên Cizîrê, hilweşandina goristanan û hovîtiyên dema dawî yên rejîma AKP'ê bi bîr xist û got, "Hesabê van nedan. Gotin, 'Em Kurdan bikujin jî wê kes hesab nepirse'. Ev şaş e. Kengî azadî û demokrasî pêk hat, wê yek bi yek hesab bidin. Devereke ku ew biçe nîne, divê bi vê zanibin."

'DIVÊ KURD BIBIN YEK'

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk anî ziman ku divê yekîtiya gelê Kurd pêk were û got, "Pêwîste Yekîtiya Neteweyî ya Kurdan pêk were. Eger em bibûna yek, wê Rêberê Gelê Kurd îro tecrîdkirî nebûya. Wê kesî nekarîbûna Kerkûkê, Efrînê dagir bike. Her tişt li holê ye, divê em bibin yek. Yekane daxwaza me yekîtî ye. HDP'ê bi partiyên Kurd re tifaq kir. Ev dîrokî ye."

'BERXWEDAN WÊ BI SER BIKEVE, TECRÎD WÊ BI DAWÎ BIBE'

Ozturk destnîşan kir, ji Mazlûm Dogan heta Leyla Guven û Zulkuf Gezen, berxwedan wê bi ser bikeve û got, "Divê em bibin dengê wan. Divê ev çalakî bi ser bikeve û Birêz Ocalan azad bibe. Em ê teqez bi ser bikevin, em ê dawî li tecrîdê bînin."

NAMZETÊN HEVŞAREDARIYÊ: EM Ê TEQEZ BI SER BIKEVIN

Piştre namzetên HDP'ê yên ji bo Hevşaredariyên Bajarê Mezin û navçeyên Amedê derketin ser dikê û silav dan Amediyan. Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin Selçûk Mizrakli got, "Newroz ronahî ye, hişyarî ye, roja dadana agirê azadiyê ye. Me ev agir berî hezaran salî ji Kawa dewr girt. Ev agir bû hêvî. Hevseroka me Gultan Kişanak gotibû, 'Hêviya me di paşeroja azad de ye. Bêhêvîtî li me nayê, em Amed in, Amed em in'. Ev Newroz hêvî ye, ev meydan meydana berxwedanê ye. Em ji meydana berxwedanê bang dikin; Em Mezopotamya ne, em Amed in, em ê teqez bi ser bikevin."

Namzeta Hevşaredariyê Hulya Alokmen Ûyanik jî Newroz li sed hezarên li qadê pîroz kir û got, "Newroz li Leylayan, li Nasiran pîroz be. Bila rêya we vekirî be."

Pîrozbahî dewam dike.