Nazîra Gavriye: Yekane armanca Erdogan qirkirin e

Hevseroka Kantona Cizîrê ya Rojava Nazîra Gavriye bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û Erdogan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got, yekane armanca wan qirkirine.

Hevseroka Kantona Cizîrê Nazîra Gavriye ku ji bo raya giştî û siyasetmedaran der barê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk agahdar bike dest bi tûra Ewropayê kir, li Swêdê der barê hevdîtinên xwe ji ANF'ê re axivî. Gavriye ragihand, siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civakî yên ku li Ewropayê hevdîtin bi wan re kirin ji derewa Erdogan a dagirkeriyê bawer nakin û zanin ku yekane armanca Erdogan paqijiya etnîkî ya herêmê ye.

Gavriye diyar kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) zane ku dewleta Tirk ji bo qirkirinê dest bi êrişên dagirkeriyê kiriye, lewma ji bo qirkirinê asteng bike xwe ji hin herêman vekişandiye û DYE û Rûsya neçar hiştiye ku bi Tirkiyeyê re peymana leşkerî bikin.

DI HER QIRKIRINÊ DE HEJMARA ME KÊM BÛ

Gavriye bi bîr xist ku dewleta Tirk di tevahiya dîrokê de polîtîkaya parçe bike û bi rê ve bibe meşandiye û got, "Qirkirin li pey qirikrinê kir. Piştî her qirkirinê hejmara me kêm bû." Gavriye destnîşan kir ku Asûrî-Suryaniyên li Tirkiyeyê di nava zexteke giran de ne û got, "Piştî ku êrişên dagirkeriyê dest pê kirin, dewleta Tirk oldarên li Deyrûlzafaran û keşîşxane û dêrên din neçar hişt ku ji bo leşkerên Tirk ên tevlî dagirkeriyê bûne dûa bikin. Leşkerên ku Suryanî ji bo wan dûa bike gelo ji bo kuştina kê çûn? Dewleta Tirk li her deverê, li dêrên me, li nava malbatên me jî sîstema sîxuriyê afirand."

Gavriye bi bîr xist ku piştî Şerê Dinyayê yê Yekemîn piştî ku sînor ji nû ve hatin diyarikrin malbatên Asûrî-Suryanî di nava 3 dewletan de hatin parçekirin û got, "Bi taybetî yên li Sûriye û Tirkiyeyê ne xizmên hev in. Ji her du welatan jî gelek Asûrî-Suryaniyan koçî Ewropayê kirin. Piştî koçberiyê têkiliyên navbera malbatan qut bûn. Dema ku li hev kom bûn zehmetî kişandin ku hev fêhm bikin."

HIŞYARIYA LI REJÎMA SÛRIYEYÊ

Gavriye destnîşan kir ku artêşa Sûriyeyê di parastina sînorên Sûriyeyê de berpirsyariya xwe heye û got, "Heta ku pirsgirêka Sûriyeyê bi rengê aştiyane neyê çareserkirin zehmete ku ewlekariya gelê herêmê pêk were. Her wiha eger artêşa Sûriyeyê hebûna siyasî ya li herêmê ji nedîtî ve bê û vekişîna QSD'ê ji bo xwe weke firsendê bibîne û li gorî xwe tevbigere û hewl bide serwer bibe hingî wê rîska şer rû bide."

Gavriye destnîşan kir ku Tirkiyeyê demeke dirêj sînorê xwe ji bo derbasbûna rêxistinên cîhadîst ji bo Sûriyeyê vekişî hişt û got, "Di şerê Sûriyeyê de roleke gelekî neyînî lîst. Beriya niha gef dixwar lê belê di nava çend salan de gefên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê veguhert dagirkeriyê. Hin welatan destûr dan wan û bi vî rengî Efrîn dagir kirin." Hevseroka Kantona Cizîrê destnîşan kir ku dewleta Tirk û Erdogan ji bo rejîma li Bakurê Sûriyeyê û Gozarto ji holê rake bi her rengî derewan dike û peymanên navneteweyî binpê dike.

Gavriye ragihand ku armanca dewleta Tirk dagirkirina herêmên sînor ji Qamişlo heta Mûsilê ye û got, "Eger neyê astengkirin wê bixwaze demografiya heêmê biguherîne û Asûrî-Suryaniyan û Kurdan ji xaka wan dûr bixîne."

SÎSTEMA DEMOKRATÎK A LI GOZARTO ERDOGAN HEJAND

Gavriye anî ziman ku Erdogan ji bo guhertina demografiyê bahaneyan diafirîne û got, "Herî dawî PKK û Kurd ji bo xwe kir hincet. Ev yek ji bo pêkanîna planên xwe yên li dijî herêmê bahane ye. Ji bo sîstema demokratîk ji holê rake bi her rê û rêbazê tevdigere. Komên cîhadîst ên li herêmê bi çek kir. Sîstema demokratîk a li Bakurê Sûriyeyê û Gozarto (Cizîr) bi rastî jî Erdogan hejand."

LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ EM BI HEV RE LI BER XWE DIDIN

Gavriye ragihand ku pêkhateyên herêmê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bi hev re li ber xwe didin û got, "Di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de me 11 hezar şehîd dan. Me Bakurê Sûriyeyê ji DAÎŞ'ê paqij kir. Yek ji sê parên welêt di destê QSD'ê de ye. Asûrî-Suryaniyan û gelên din di şer de li gel hev şer kirin. Bi dehan Asûrî-Suryanî şehîd bûn. Lê belê em yên ku li dijî DAÎŞ'ê şehîd bûn weke şehîdên xwe dibînin. Hin malbata 8-10 şehîd dan."

Gavriye bi bîr xist ku dewleta Tirk, medya Tirk û Erdogan derewan dikin û dibêjin, 'Sîstema li Bakurê Sûriyeyê ji aliyê Kurdan ve tê birêvebirin, Kurd dixwazin Sûriyeyê parçe bikin' û got, "Lê belê her kes zane ku gelên hindikahî yên li wê herêmê bi hev re Bakurê Sûriyeyê bi rê ve dibin û li dijî dagirkeriyê bi hev re li ber xwe didin."