Navê vejîn û berxwedanê: Egîd

Fermandarê pêşeng ê Pêngava 15'ê Tebaxê, sembola berxwedan û vejînê fermandarê gerîla Mahsûm Korkmaz (Egîd) di salvegera 34'an a şehadeta xwe de tê bîranîn.

PKK'ê bi destwerdana li dîroka Kurdistanê, ji bo Kurdan rûpelekî nû vekir. Fermandarê efsanewî yê PKK'ê Mahsûm Korkmaz (Egîd) yek ji afirînerên şerê gerîla yê li Kurdistanê, yek ji pêşengên vî şerî bû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî şehadeta fermandar Egîd di nirxandineke xwe de wiha digot: "Bi rêxistiniya xwe, bi dîsîplîn, rewşa xwe ya dînamîk, nêzîkatiya xwe ya bi pîvan, kedkarî, jiyana xwe ya dilnizm, aliyên xwe yên yekbûyînê, weke milîtanekî xetê, weke hawariyê Apogeriyê dest bi kar kir. Di nava bêhêvîtiya ku dîroka hezaran salan a Kurdistanê afirand, ew bû çavkaniyeke hêviyê."

Yek ji fermandarên efsanewî yê PKK'ê Ş. Sari Îbrahîm ku bi salan hevrêtî ji fermandar Egîd re kir, li gel wî têkoşiya, şervanî-fermandarî ji wî hîn bû, bi vî rengî qala kesayetî û şehadeta Egîd kiribû:

"Ew serafkarekî mirovan bû. Çavdêrekî hesas û kûr, pratîkvanekî bi biryar bû. Fermandarekî parvekar, wekhev û hevgirtî bû. Li gorî hêz û derfeta xwe nêzî her kesî dibû. Ji me kesî nedixwest ku karekî zêdeyî hêza xwe bikin. Baş zanîbû ku wê kî ji me li ku û kengî wezîfedar bike. Em hemû li gorî tecrûbe û hêza me dixebitand. Mirov dema li gel wî bûn bi hêza xwe dihesiya, pratîk dikir, di nava jiyan û têkoşînê de bi rola xwe ya rastî tevdigeriyan.

HEST Û MEJIYÊ WÎ JI HEV CUDA NEBÛ

Hevalê Egîd di nava jiyan û têkoşîna xwe de yekî cidî bû. Di nava jiyanê de her wiha yekî gelekî heneko bû. Li her qada jiyan û têkoşînê her tim li pêş bû. Hesas bû, rêxistinbûyî bû, bi plan bû. Însiyatîf dida me, ji bo pêşketina me bi hesasiyet hêzî me hemûyan dibû. Dixwest ku em xwe bi pêş bixînin, bibin xwedî îrade, li ser vê bingehê azad bibin û dema ku ji vî alî ve pêşketineke biçûk jî didît gelekî kêfxweş dibû, hîn bêhtir bi hevalan re eleqedar dibû û hêz dida wan. Bi biryardarî ya ku rast didît pêk dianî. Carna ji ber vê yekê bi tenê jî dima. Lê belê bi israr bû û ev yek bi ser dixist.

Di her mijarê de bi me dişêwirî, nêrîna me digirt û em tevlî nava têkoşîn û jiyanê dikir. Bi hesas nêzî hesabdayin û hesabwergirtinê dibû. Hest û mejiyê wî, wijdan û mejiyê wî ji hev cuda nebû. Biçûk an jî mezin, ji rêzê yan jî tevlîhev, beriya her biryardanê mejî û hestên xwe, wijdan û mejiyê xwe bi hev re bi kar dianî. Biryarên wî her tim bi berpirsyarî dihatin wergirtin. Li her qada jiyanê û têkoşînê kesekî bi pîvan bû. Pîvanên hevalê Egîd pîvanên Rêbertî û rêxistina me bûn.

Dema ku yek derketibûya derveyî van pîvanan, tawîz nedida. Beriya her tiştî yekî xwezayî û parvekar bû. Ji bo hevalê Egîd parvekirin cihê kêfxweşiyê bû.

ŞEHADETA FERMANDAR EGÎD

Em ber bi girekî teht ve hildişiyan. Bi şev bû, sar bû. Dawiya meha Adarê bû, lê dîsa jî li Çiyayê Gabarê berf hebû. Berf bi şev qerisî bû. Li cihekî me hin şop dîtin. Hevalê Egîd destê xwe da ser şopan û lêkolîn kir. Got, 'Ev şopa dijmin e, divê em bi baldarî tevbigerin'. Ji nû ve me dest bi meşê kir. Pêşengê baskê me yê meşê Abdûrrhaman Lalayî yê ji Deştayê bû. Niha baş nayê bîra min ku di wê meşê de kî hebûn. Lê belê tevî hevalê Egîd, hevalên Xirxila Kemal (Velî Tayhan) û Selîm (Fevzî Aydin) hebûn. Di dema meşê de ji nişka ve gule li me hatin reşandin. Em ketibûn kemînê û di kemînê de jî em û dijmin ketibûn nava hev. Li pêşiya me tehtekî mezin hebû. Dijmin pêşî li me birîbû û li wî tehtî kemîn danîbû. Nîvê şevê saet derdora 2-3 bû.

Şerê li vir derdora bîst deqeyan-nîv saetê dewam kir. Me piştre xwe berdan jêrê. Heval li deştê li hev kom bûbûn. Li wê derê min dît ku hevalê Metîn (Kalender Îlhan) birîndar e.

Piştî ku em jî hatin jimartinê dest pê kir. Hevalên Egîd û Lezgîn tune bûn. Ji bilî hevalê Metîn kes ji me birîndar nebû. Şehadeta hevalê Egîd nedihat bîra me. Ji me hebû ku hevalên Egîd û Lezgîn ji komê qut bûne û wê bên cihê kombûnê. Êvarê heta nûçeyên BBC em li cihê kombûnê sekinîn. Hevalê Egîd nehat. Êvarê dema ku me li nûçeyên BBC guhdarî kirin hingî em hîn bûn ku şehîd bûye. Tevî ku ewqas dem di ser re derbas bûye, nebûna hevalê Egîd hîn jî bandora xwe heye. Ji her demê bêhtir li wî digerim."