Nav-Berlînê şehîd Têkoşer Piling bi bîr anî

Di merasîma bîranînê de hat gotin ku divê wek Têkoşer Piling ê ku ji bo tevlê berxwedana li Rojava bibe tevlê bû, xwedî li şoreşê derkevin.

Li bajarê Berlîn a Elmanyayê ji bo bîranîna Lorenzo Orsettî (Têkoşer Piling) merasîmek hat lidarxistin. Merasîm ji aliyê Nav-Berlînê hat organîzekirin; Meclîsa Jin a DEST-DAN, endamên Komuna Şehîd Sara Dorşîn û malbata Lorenxo Orsettî tevlî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir, di merasîmê de li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Nav-Berlînê Dayê Gozê axivî.

Dayê Gozê di destpêkê de diyar kir ku ew li ber bîranîna şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bejna xwe ditewîne û got, “Şoreşa Rojava li cîhanê deng veda, di qada navnetewî de bû mînak. Ji ber wê yekê ciwanên enternasyonalîst jî ligel gelê Kurd tevlî berxwedanê bûn. Bi hevre li dijî zilm û zexta li ser gelê Kurd ji bo azadiyê têkoşiyan.”

Bavê şehîd Alessandro Orsettî jî anî ziman ku Têkoşer ji bo piştgirî bide ciwanên Kurd yên di rasteya daxwazên rewa yên gelê Kurd têdikoşin, ji bo dîtina jiyana komunal û demokratîk ya li Rojava pêkhatî û bi armanca hevparbûna di berxwedanê de tevlê bû.

Endama Komuna Şehîd Sara Dorşîn Nîke jî diyar kir, “Şoreşa Rojava, şoreşekî bi kok e ku bi berxwedana gelên Kurdistanê dest pê kir û di nava xwe de enternasyonalîst hewandin. Ji ber ku Modernîteya Demokratîk ya alternatîfa pergala cîhanî ya sermayedarî ye li Rojava pêk hat, kir ku enternasyonalîst jî tevlê berxwedanê bibin. Şehîd Lorenzo jî bi vê şoreşê re bû yek û jiyana xwe fedayê têkoşînê kir.”

Piştre Hevserokê Nav-Berlînê Huseyîn Yilmaz jî axivî û got: “Şoreşa Rojava hêviya gelan e. Pêwîst e em bi hev re xwedî li vê şoreşê derkevin. Paradîgmaya Rêber Apo ne tenê li Kurdistanê, di asta cîhanî de qadeke berfirehbûnê dît. Ji ber vê yekê ciwanên enternasyonal bera xwe dan Rojava û têkoşiyan. Îro jî em şehîdê enternasyonal Têkoşer bi bîr tînîn. Di şexsê şehîd Têkoşer hemû şehîdên şoreşê bi hurmet bibîr tînim.”

Bîranîn piştî temaşekirina sînevîzyona li ser têkoşîna Têkoşer Piling, bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.