NAV-BEL’ê ji bo meş û mîtînga sibê banga tevlîbûnê kir

Sibê (24’ê Nîsanê) li Qada Luksembûrgê ya li pêşiya Parlementoya Yekîtiya Ewropayê wê mîtîngek navendî were lidarxistin. NAV-BEL’ê banga tevlîbûnê li Kurdistanî û dostên wan kir.

Ji bo ku Yekîtiya Ewropayê, Konseya Ewropayê û CPT li hemberî grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkevin nav hewldanan wê sibê 24’ê Nîsanê li Qada Luksembûrgê ya li pêşiya Parlementoya Yekîtiya Ewropayê, mîtîngeke navendî were lidarxistin.

NAV-BEL’ê têkildarî mîtîngê daxuyaniyek nivîskî weşand û banga tevlîbûnê kir.

Daxuyaniya NAV-BEL’ê wiha ye;

“Bi destpêka pêngava “Em ê tecrîdê bişkinîn, faşîzmê têkbibin û Kurdistanê azad bikin” de, li Kurdistan û Tirkiyê pêvajoyeke nû dest pê kir.Ev pêvajo di heman demê de, bû beşek ji berxwedanên çalakiyên grevên birçîbûnê. Yekem car, a ku di vê pêvajoyê de, ev peyam beriya me herkesî dît, rast xwend û ji hemleyê re bû bersîv, hevala Leyla GÜVEN bû.

Hevala Leyla bi hêz, biryardarî û fedakarîke bê hempa ve, di zîndana Amedê de, starta çalakiya greva birçîbûnê, ya bêdawî û bêdorveger da. Bi çalakiya xwe ve ev peyam da me û got; ‘Ez şopdarê Mazlûm, Kemal, Xeyrî, Akîf û Elî me. Ev heval her şev têne serdana min. Van hevalan ez erkdar kirime. Min ev peywir ji van hevalan dewr girtiye. Heta ev tecrîda li ser Serokê me neyê şikandin ez dev ji çalakiya xwe bernadim. Peyama duduyan jî ev bû, bang li me hemû gelê Kurd kir û dîsa got: Em ji bo azad kirina Serokê xwe, pir dereng man.Divê gere me heta vê demê, serok xwe azad kiriba. Li ser vî biryar û baweriyê, çalakiyên greva birçîbûnê her roj, wek giloka berfê mezin bûn. Îro bi zindanan û bi derveyî welat ve, bi giştî 7000 şoreşgerî zêdetir kes, vê çalakiyê bi şewazekî rûmetdar didomînin. Em hemû berxwedêrên grevên birçîbûnê, di keseyatiya heval Leyla Guven de, silav dikin, ji hemû çalakgeran re serkeftinê dixwazin.

Li ser vî esasî bi pêşengiya NAV-BEL’ê sibê seat 13:00’an li paytexta Belçîka Brukselê li pêşiya avahiya Parlamena Ewropayê li qada Plaz du Luksembûrgê ji bo şkandina tecrîda li ser Serok Apo û piştgirîdayîna çalakgerên greva birçîbûnê û Ji bo ku Yekîtiya Ewropayê, Konseya Ewropayê û CPT li hemberî grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkevin nav hewldanan mîtîngê li dar dixin.

Em bang li hemû gelê xwe dikin ku sibê beşdarî mîtîngê bibe û dengê xwe bigihînin hemû cîhanê da ku qîrîna me bibihîsin.”