NAV-BEL: Çalakiya me hate taloqkirin, em tevlî meşa li Den Haagê bibin

NAV-BEL’ê diyar kir çalakiya wan a li Belçîkayê ji ber tevdîrên şewbê hatiye astengkirin û banga tevlêbûna meşa li Den Haagê kir.

Hevserokatiya NAV-BEL’ê diyar kir ji ber tevdîrên koronavîrusê pîrozbahiya salvegera PKK’ê hate taloqkirin.

NAV-BEL’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt got “Em di nav şoreşeke mezin a dîrokê de ne. Şoreşa Kurdistanê ya li ser fikrên Rêber Apo wekî rojê li Rojhilata Navîn ava bûye. Şoreşa me xwedî perspektîfeke gerdûnî ye dikare hemû krîzên mirovayetiyê yên serdema me çareser bike. Em salvegera 43’emîn a PKK’ê li gelê xwe û li hemû mirovatiyê pîroz dikin.

Ji ber pêvajoya pandemiyê hikumeta Belçîkayê tevdîrên giran stendine û pîrozbahiyên li cihên girtî qedexe kiriye. Çalakiya me ya li 4’ê Berfanbarê hate taloqkirin. Em ê dîrokê piştre eşkere bikin.

Ji ber vê em bang li hemû gelê xwe dikin ku tevlî meşa li Den Haagê ya roja Înê bibin. Meş wê saet di 12.00’an de dest pê bike.”