Nasnameyên 3 gerilayên şehîd hate ragihandin

Nasnameya 3 gerîlayên jin ku 5'ê Cotmeha 2019'an bi êrîşa hewayî ya artêşa Tirk şehîd bûbûn hate ragihandin.

Li gorî daxuyaniya ku Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê par ve kirî di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk de, ya 5'ê Cotmeha 2019'an ya li ser Dersimê Emîne Çîftçî (Dîlan Cotkar), Beyan Dara (Mel Tilora ) û Havva  Baran (Amara Çiya) şehîd bûn.

Di daxuyaniyê de ji bo gerîlayên şehîd ev agahî hatin parvekirin: ''Hevrêya me Dîlan 1986'an li Misircê ya Sêrtê ji diya xwe bûye. Heval Dîlan hê bi zaroktî PKK'ê wee tevgera vejînê û azadiyê dibîne û dilê xwe yê zaroktî bi ve mezin dike. Hevrêya me ku li nav malbateke welatparêz mezin bûyî, hê bi ciwanî fêhm dike ku divê li djî pergala dewleta Tirk a faşîst têkoşîn were dayin, li gorî vê rêyekê dide jiyana xwe, bi  biryardariya ku têkoşîna xwe hilde asteke jortir, 2004'an tevlî nav refên PKK'ê dibe. Bi tevlêbûna xwe rasteqîniya têkoşînê ya di rasteqîniya gel de fêhm dike û di demeke kurt de li ser vê têkoşîna sereke kûr dibe. Hevala Dîlan haveynê xwe yê welatparêziyê li ser xeta milîtanbûnê geş kiriye, her demê hewl daye ku rasteqîniya Rêbertî fêhm bike û bi vê rasteqîniyê xwe pêş xistiye. Tim hewl daye ku rêgezên azadiyê yên jinê bijî û bide jiyîn û her demê hewl daye berpirsyariya hevrêtiya bi Rêbertî û jinê re bi cih bîne. Bi îdîaya ku tolda êrîşên li ser gelê me, dîroka me û welatê me hilîne, her demê xurt bûye, bi hêrsa xwe ya li dijî dijmin, bi pêgiriya xwe ya jiyanê û têkoşîna xwe ev her dem nîşan daye. Di xeta fedayî ya PKK'ê de, ku ev çalakiya herî berz a fedayî ya Rêber Apo ye, yekbûna giyan û maneya fedayî bi xwe re berbiçav kiriye, bûye milîtaneke ku xwe fedayî peywirên şoreşê kirî.  Bi xisletên gewherê fedayî, bi daxwaza ku li qada şer bimîne 2010'an diçe cihê Dersimê ku li nav têkoşîna me xwedî cihekî girîng e. Meşa xwe ya ber bi Dersimê ve weke meşa hêvî û serfiraziyê watedar kiriye û heta ku li qada Dersimê maye hemû fermandar, hevrêyên wê, jê hez dikin, şanî me daye ku avaniya fermandariya mînak a PKK'ê divê çawa be.

Hevrê Melsa 1992'an li Colemêrgê ji diya xwe bûye û li nav derdoreke welatparêz mezin bûye. Hevrê Melsa hê bi ciwanî PKK'ê nas dike, nêzîkatiyê qirker ên dewleta TC'ê ya dagirker a faşîst dibîne, li dijî zilma dijmin a li ser gelê me zêde bêdeng namîne, 2010'an berê xwe dide çiyayên azad ên Kurdistanê. Her demê bi îdeolojiya Rêbertî xwe perwerde kiriye û li hemû qadên ku peywir standî bûye xwedî serkeftinên mezin. Ji bo vê alaya têkoşînê, ku mîrateya şehîdên me bigihîne serfiraizyê li kozikên berxwedanê tim li pêş bûye û li ber xwe daye.  Hevrê Melsa ku maratona têkoşînê bi peywir û pêşengiya li  Dersimê xwe dayî ber, bi berxwedaniya we ev maraton hildaye asta herî jor.  Ji bo Kurdistaneke azad bi hemû hêza xwe têkoşiyaye û di vê oxirê de heta kêliya şehîdbûnê gaveke jî ji kozika berxwedanê bi paş ve gav neavêtiye.

Hevrê Amara 1996'an li Amedê ji diya xwe bûye, bi bîreweriya welatparêz li devereke ku berxwedana PKK'ê lê xurt çêbûye. Li dijî polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê yên dewleta  TC'ê ya dagirker li çiyayên Kurdistanê, têkoşîna azadiyê weke hewceyiyeke serek dîtiye û 2014'an tevlî nav refên gerîla bûye. Hevrêya me Amara, ji roja ku tevlê bûyî û heta şehîd bûyî bi fedakarî û bi giyanekî fedayî yê Apoyî li peywir û berpirsyariyên xwe xwedî derketiye.

Hevrêyên me ku di xeta Rêber Apo û şehîdan de bêdudilî meşiyan, ji bo ku xeyalên gelê Kurd bi cih bînin, têkoşîneke bêrawest dane. Li groî giyanê netewî, bêyî ku ferqa cih bikin, li xakên pîroz ên hemû Kurdistanê, bûye nûnerên qeyîm ên xeta milîtaniya Apoyî. Şehîdên me, li cografyaya Dersimê ku dewleta dagirker bi deh hezaran Kurd qir kirine, li dijî dijmin li ber xwe dane, gerîlatî geş kirine, bi meşa li ser xeta şehîdan, şanî dost û dijmin dne ku gerîlayên azadiya Kurdistanê heta serfiraziyê wê ji vê têkoşînê neyên xwarê.

Bi vê çarçoweyê di serî de malbattên hêja yên hevrêyên me yên şehîd Amara, Dîlan û Melsa, serê hemû gelê me yê welatparêz sax be, em soz dikin ku li Kurdistanê em faşîzmê hilqetînin û alaya xwe ya serfiraziyê li ba bikin.''