Nasnameya gerîlayekî li Amedê şehîd bûbû hate eşkerekirin

HPG’ê diyar kir ku di 16’ê Hezîranê de li Licêya Amedê gerîlayek di şer de şehîd bûye û nasnameya wî eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya HPG’ê di 16’ê Hezîrana 2020’an de li qada Korê ya Licêya Amedê di navbera artêşa Tirk a dagirker û gerîlayan de şerek çêbûye. Hate diyarkirin ku di vî şerî de gerîlayê bi navê Ekrem Îptaş (Seyîd Batman) ê ji Êlihê şehîd bûye.

HPG’ê derbarê Îptaş ev agahî da, “Rêhevalê me Seyîd Batman di sala 1986’an de li Êlihê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye û li hemberî zext û zilma dijmin stûyê xwe xwar nekiriye. Ji bo têkoşîna çalak a li hemberî dijminên nirxên Kurdan di sala 2014’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Rêheval Seyîd li gelek qadan têkoşiyaye û bi fedakariyeke mezin ked daye. Rêheval Seyîd ê ku fermandarekî jêhatibû bû, li ser esasê helwesta mutewazî heta kêlîka ku şehîd bûye, bêyî westan û rawestan xebitiye, têkoşiyaye.

Malbata hêja ya rêheval Seyîd di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku heta alaya têkoşînê ya şehîdan em bigihînin serfiraziyê wê têkoşîna me bidome.”