Nasnameya 5 şervanên HRE yên di êrîşan de şehîd bûbûn, hate eşkerekirin

Nasnameya 5 şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê yên di êrîşên dewleta Tirk de şehîd bûbûn, hate eşkerekirin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya HREʹyê wiha ye:

ʹʹDewleta Tirk a dagirker di çarçoveya konsepta qirkirina gelê Kurd de di şeva 19’ê Mijdarê ve bi balafirên şer û keşfê, bi tang û topên xwe bajar û gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran dike. Ev êrişên wan ne tenê li hember hêzên leşkerî, bi taybet gelên me yên sivîl jî dike hedef. Saziyên ku xizmeta mirovan dike ên wek nexweşxane, dibistan, cihên tendûrîstiyê, bax û baxçeyên gelên me, binesazîyên herêmê bi giştî daye ber xwe û êrişan li dar dixe. Di encama van êrişan de li kêleka zirarên maddî bi xwe ra pirsgirêkên mezin ên mirovî ava dike.

Di roja 20’ê Mijdarê artêşa Tirk a dagirker li herêma Şehbayê û Efrînê li gelek gund û navçeyên da. Hevrêyên me Xelîl, Çayan, Brusk, Dilsoz û Baran ên parastina herêmê de li ser erka xwe bûn, bûn armancên êrişên balafirên şer û şehîd bûn.

Hevrêyên me bi hestên bilind ên welatparêzîyê û hezkirinên xwe yên welat kesayetek şoreşger ava kirin. Sebeba tevlîbûna sereke a 5 hevrêyên me jî serî de bajarê Efrînê û rizgarkirina cihên din bin bû. Ji ber ku gel û welatê te bindest û dagirkirî be tenê rêyek ji mirovên xwedî şeref û namûs re dimîne, ew jî ev e ku divê li hemberî dagirkeran heta dawiyê têkoşîn were kirin.. Di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de her 5 hevrêyên me jî di vê çarçoveyê de bi dil û can tevlî têkoşîna azadiyê bûn. Heta kêlîya dawî wek her xeyalên şoreşger û gelên me di welatekî azad de jiyaneke aram bû.

Em Hêzên Rizgariya Efrînê soz didin ku di şexsê hevrêyên me Xelîl, Çayan, Brusk, Dilsoz û Baran de em ê têkoşîna afirandina welatekî azad û jiyana hevbeş a gelan ku armanca şehîdan bû, heta dawiyê dewam bikin. Em sersaxiyê serî de ji malbatên şehîdan û ji gelê xwe yê welatparêz re dixwazin.

Nasnameya hevrêyên me yên şehîd wiha ye;

Nasnav: Xelîl Cindirês

Nav û Paşnav: Zeîm Reşo

Navê Dayikê: Nezîra

Navê Bav: Mihemed

Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 20’ê Mijdara 2022

***

Nasnav: Çayan Efrîn

Nav û Paşnav: Şiyar Silêman

Navê Dayikê: Asya

Navê Bav: Evdilezîz

Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 20’ê Mijdara 2022

***

Nasnav: Brusk Efrîn

Nav û Paşnav: Abdulah Îsa

Navê Dayikê:   Hemîda

Navê Bav: Abdulhenan

Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 20’ê Mijdara 2022

***

Nasnav: Dilsoz Şêrawa

Nav û Paşnav: Mihemed Hisên

Navê Dayikê: Nazlîyê

Navê Bav: Behrî

Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 20’ê Mijdara 2022

***

Nasnav: Baran Efrîn

Nav û Paşnav: Mistefa Mistefa

Navê Dayikê: Necla

Navê Bav: Sebrî

Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 20’ê Mijdara 2022ʹʹ