Namzetên Partiya Çepgir ên PE'yê bang li CPT kirin

Di hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê de namzetên Partiya Çepgir xwestin ku tecrîda li ser Ocalan rabe. Di daxuyniya hevpar de namzetan, ji bo ku tecrîda li Imraliyê rabe banga li CPT'yê kirin.

Ji bo hilbijartina Parlamenteyo Ewropayê ku 26'ê Gulanê wê pêk were, namzetên Partiya Çepgir a Emanyayê daxuyaniyek dan û bang li Hikûmeta Federal û Nûnera Paye Bilind a Polîtîkaya Derve ya YE'yê Frederîca Mogherînî û Komîsyona Ewropayê kirin.

Daxuyaniya çapemeniyê ya ku bi pêşengiya Murat Yilmaz hatî hazirkriin ji hêla van namzetên Partiya Çepgir ve hate îmzekirin: Ozlem Demîrel, Cornelîa Ernst, Helmût Scholz, Martîna Mîchels, Claûîda Haydt, Malte Fîedler, Marîanna Kolter, Sohra Mîrow, Keîth Barlow, Katrîn Flach-Gomez, Anna Marîna Durr, Davîd Schwarzendahl, Florîan Wîlde, Camîla Cirlînî, Erîc Bourguîngnon.

BANGA, 'ZEXTÊ LI SER TIRKIYÊ BIKIN'

Namzetan  ji bo ku polîtîkayên derhiqûqî bi dawî bibin xwestin ku zext li ser Tirkiyê were kirin, ji bo ku tecrîda ku daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê bi cih were divê demildest tevbigerin. Siyasetmedarên Partiya Çepgir bi bîr xistin rewşa tendiristiyê ya çalakgerên greva birçîbûnê di rewşeke krîtîk de ye û ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe banga li CPT'yê kirin ku bi peywira xwe rabe.

Namzetên Partiya Çepgir diyar kirin li gorî peymanên navnetewî ku Tirkiyê îme kiriye divê binpêkirina mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin û xwestin ku di serî de hevserokên berê yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, hilbijartiyên HDP, DBP'ê û hemû muxalîf werin berdan.

Rewşa piştî hilbijartina 31'ê Adarê, li gel ku di hilbijartinê de bi ser ketine jî nedana mazbatayan a hevşaredarên HDP'ê jî ji hêla namzetan ve hate rexnekirin, bal kişandina ser şertê Komîsyona Demokrasiya Bi Rêya Hiqûqê ya Ewropayê ku bi rengê Komîsyona Wenedîkê jî tê zanîn û diyar kirin li gorî şertên endamtiya Komîsyona Wenedîk û Konseya Ewropayê divê hikûmeta Tirk mazbatayê bide kesên ku hatine hilbijartin.