Nameya gerîlaya şehîd Çîçek a ji bo hevrêyên xwe şandibû

Gerîlaya YJA Star şehîd Çîçek Kiçî di nameya ji bo hevrêyê xwe hiştibû de ev got: “Son û peymana min e, ez ne bi hestî û ne jî ber bi mirinê dibezim. Demê tolhildanê hatiye.”

Gerîlayên HPG’ê û YJA Star di çarçoveya Pêgava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê li dijî artêşa Tirk a dagirker li ber xwe didin.

Gerîlaya YJA Star Çîçek Kiçî ya di temenê xwe yê ciwan de şehîd bû, di nameya ji bo hevrêyên xwe hiştibû de got: “Ezê çawa bi rûyeke ne şerker û ciwan li rûyê we binêrim.”

Gerîlaya YJA Starê Çîçek Kiçî (Gul Sakçak) hê di temenê biçûk de rûyê rast ê dewleta Tirk a faşîst û qirker dibîne. Kiçî ya xwe li êrîş û qetlîamên dewleta Tirk a li ser gelê wê tê kirin ranegirt, soza tolhildanê dide û berê xwe dide çiyayên Kurdistanê.

Hemû rengê Cenga Heftenînê di dilê xwe de hîs û cih dike.Hevrêyên Çîçek wiha qala wê kirin: “Li ser rû û çavên wê mehsûmyeta xakê hebû. Li ser rûyê wê xweşî û bedewiya gulan veşartî û lê heman demê vê yekê bi her kesê re jî parve dikir.”

Gerîlaya YJA Star Çîçek Kiçî ku di Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê ya gerîlayên Kurdistanê li dijî dagirkeriyê dabû destpêkirin de şehîd bûbû, nameyek ji hevrêyên xwe re hiştibû.

Nameya Kiçî wiha ye:

“Êdî naxwazim ji dûr ve li dijmin binêrim. Di şiverêyan de meşiyam, êdî tehmûla min nemaye li ser xaka min ango wiha li ser namûsa me re bigerin.

Ez jî şervanek im, dixwazim şer bikim. Divê tol bê rakirin. Her rojê bi dîroka xwe re mezin dibim.

Son û peymana min e, ez ne bi hestî û ne jî ber bi mirinê dibezim. Demê tolhildanê hatiye heval. Êdî nikarim nefes bigirim. , eger kîn û nefreta xwe nedim der girêya ku li gewriya min wê min fetisîne. Ger ku ev nebin ma wisa pir hesan e ku we bihêlim… divê dilê xwe serbilind bikin. Weke din pêşeng dibe.

Dixwazim weke navê xwe Çîçek bim.

Ezê çawa bi rûyeke ne şerker û ciwan li rûyê we binêrim? Li beramberî keda ji bo me tê dayîn, niha dora me ye û ez diçim. Diçim bibim Çîçek. Diçim ji nû ve şîn bibim, ber bi rojê roja me ve diçim.”