Nehiştin ku Însiyatîfa Parastina Kurdistanê biçe Mexmûr û Şengalê -NÛ BÛ

Komên ji Însiyatîfa Parastina Kurdistanê xwest biçin kampa Mexmûrê û Şengalê, lê belê ji aliyê hêzên Iraqê ve hatin astengkirin.

Komek ji Însiyatîfa Parastina Kurdistanê (Defend Kurdistan) ji bo serdana kampa penaberan a Mexmûrê bike serê sibehê bi rê ket.

Heyet li Kerkûkê ji aliyê hêzên Iraqê ve hate rawestandin. Destûr heta dayin ku heyet biçe Mexmûrê.

Komeke din jî xwest biçe Şengalê, lê belê hêzên Iraqê nehişt.

Ji ber ku destûr nehate dayin komên ser bi Însiyatîfa Parastina Kurdistanê biçin Şengal û Mexmûrê, vegeriyan.