Muzakereyên bi Tirkiyê wê cemidandî bimînin

Konseya YE’yê biryar da ku muzakereyên endamtiyê ya bi Tirkiyê wê cemidandî bimîne. Di biryara ku di Konseya Kar û Barên Giştî yê YE’yê hat dayin de hat gotin ku Tirkiye her ku çûye hê zêdetir ji YE’yê dûr ketiye.

Di civîna Amadekar a Lûtkeya Serokên Yekîtiya Ewropayê (YE) ya dawiya salê de, biryar hat dayîn ku muzakereyên endamtiya tam a bi Tirkiyeyê re cemidandî bimîne.

Di biryara ku li Konseya Kar û Barên Giştî ya YE’yê hat girtin de hat gotin ku "Konseya Ewropayê bi xemgînî dide zanîn ku Tirkiye her ku çûye hê zêdetir ji YE’yê dûr ketiye."

Di biryarnameyê de hat gotin ku di muzakereyan de mijara vekirina qonaxeke nû yan jî girtina beşa heyî nebû mijara nîqaşê.

SEWQIYATA ÇEKÊN DERQANÛNÎ

Li gorî nûçeya Deûtsche Welle di biryarê de bal hat kişandin ku Tirkiye di polîtîkaya derve de gav bi gav ji xeta YE’yê dûr dikeve û bi mijarên sereke YE’yê re nakok e û mînaka Lîbyayê jî hate dayîn. Hat destnîşankirin ku ji Tirkiyeyê ji bo hêzên hikûmetê yên li Lîbyayê sewqiyata çekên derqanûnî hatiye kirin. Di biryarê de binpêkirina peymana YE’yê û Yekîtiya Gumrikê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve hat şermezarkirin, her wiha binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê jî hatin rexnekirin.

DI MAFÊ MIROV Û SERXWEBÛNA DARAZÊ DE PAŞVEÇÛN

Hat destnîşankirin ku paşveçûna di warê mafên mirovan, demokrasî û mafên bingehîn û her wiha azadiya ramanê û serxwebûna darazê de dibe sedema 'fikara kûr'. Hat diyarkirin ku saziyên sivîl di nava şert û mercên giran ên civakê de di bin zextan de xebatên xwe didomînin.

Muzakereyên endamtiyê yên di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de ku di sala 2005’an de destpê kiribûn, ji ber krîzên siyasî û dîplomatîk ên van salên dawî hatin jiyîn, rawestiyan.

muzakereyên endamtiyê yên di navbera Tirkiye û YE’yê de ji aliyê teorîk ve ji 35 beşan pêk tên û di 16 salên dawî de 16 beş ji bo muzakereyan hatin vekirin, ji wan tenê yek ji wan bi awayekî demkî hat girtin.