Mûstafa T. bi şertê kontrolê hate berdan

Têkildarî doza Mûstafa T. ku ji xala 129'an a Qanûna Ceza ya Elman tê darizandin, doh rûniştina biryardanê hate kirin. Salek û 4 meh cezayê girtîgehê li Mûstafa T. hate birîn û bi şertê kontrolê hate berdan.

Rûniştina biryardanê ya têkildarî doza darizandina Mûstafa T. li dadgeha bajarê Munchenê doh pêk hat.

Bi îdîaya "endametiya rêxistinê" salek û 4 meh cezayê girtîgehê li Mûstafa T. hate birîn û bi şertê kontrolê hate berdan.

Karên siyasî, kampanyayên alîkariyê, amadekirina otobusan ji bo çalakiyên Kurdan ên navendî û xwestina sersaxiyê çend ji mijarên ku Mûstafa T. pê tê sûcdarkirin. Her wiha tevlîbûna li doza 5 Kurdistaniyan weke temaşevan a li Dadgeha Eyaletê ya Stûttgartê jî bû mijarek ku Mûstafa T. pê hate sûcdarkirin.

Parêzerê Mûstafa T. Rene Bahns li ser rûniştinê agahî da û diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya muwekîlê wî nebaş e, lewma darizandin bi lez bi encam bû.

Bahns anî ziamn ku dozgeriyê di rûniştina Duşemê de xwest ku 2 sal û 2 meh cezayê girtîgehê li Mûstafa T. bê birîn û ev yek jî spart qedexeya PKK'ê. Bahns destnîşan kir ku ev qedexe li tevahiya Ewropayê skandaleke siyasî ye û bi bîr xist ku weke mînaka muwekîlê wî Mûstafa T. û malbata wî, zext û lêpirsîn bi rêk û pêk li dijî gelek Kurdên li Tirkiyeyê tên meşandin.

Bahns bi dewamî got, "Ji ber ku zext, binpêkirina mafên mirovan, êşkence, kuştin û êrişên li Tirkiyeyê ji aliyê heyeta dadgehê bi xwe ve hate bilêvkirin, ji bo me biryareke erênî hate dayin. Dadgehê bi xwe ragihand ku li Tirkiyeyê kiryarên li dijî hiqûqê, zext û lêpirsîn hene. Ji vî alî ve mirov dikare bêje ku encama dadgehê erênî bû. Pisporekî Turkolog ê tevlî rûniştinê bû, tiştên ku muwekîlên min qalê kir di çarçoveya dîrokê de nirxand û bi temamî piştrast kir."

ALÊN YPG Û YPJ'Ê QANÛNÎ NE

Di vê navberê de li Munchenê, bi hinceta ku alên YPG, YPJ û PYD'ê li ser medya dîjîtal parve kiriye polîsan di 17'ê Mijdara 2017'an de avêtibûn ser mala aktîvîst Kerem Schamberger. Di doza têkildarî Schamberger de dozgeriyê xwestibû ku 6 hezar û 500 Euro cezayê pere bê birîn. Di rûniştina biryarê de ku 21'ê Kanûnê pêk hat biryar hate dayin ku 4 hezar Euro weke ceza lê bê birîn.

Schamberger piştî vê biryarê ev nirxandin kir, "Ceza li min birîn, lê belê ji aliyê siyasî ve em bi ser ketin. Ji ber ku Kanûna 2020'î li Bavyerayê me dikarîbû alên YPG û YPJ'ê daliqînin. Ya girîng ev bû. Şermezarkirina heyî ji aliyê dozgerê ku dixwest tola xwe hilîne ve bi rengê siyasî hate motîvekirin."

Têkildarî ceza jî, kampanya li ser medya dîjîtal ji bo Schamberger hate meşandin di nava 24 saetan de bi dawî bû. Schamberger di parvekirina xwe de ya li ser twitterê wiha got, "Di nava 24 saetan de bi rêya PayPalê ewqas pere hate komkirin ku ez êdî ji we rica dikim ku alîkariyê bes bikin." Schamberger ragihand ku wê pereyê zêde bide Buroya Hiqûqê ya Azadî.

LI ELMANYAYÊ 9 KURD GIRTÎ NE

Li Elmanyayê 9 aktîvîstên Kurd bi hincetên siyasî hîn jî girtî yan jî hikumxwar in.

Li gorî daneyên ku Buroya Hiqûqê ya Azadî parve kir, li Elmanyayê li gorî xala 129'an Kurdistaniyên hatine girtin wiha ne:

* Merdan K. 20'ê Îlonê hate girtin û li Girtîgeha Stammheîmê hate bicihkirin.

* Piştî serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû ya Berlînê di 7'ê Gulana 2021'ê de siyasetmedarê Kurd Abdullah O. û hunermendê Kurdistanî Mazlûm D. hatin girtin. Abdullah O. li Frankfûrtê, Mazlûm D. jî li Stammheîmê li girtîgehê hatin bicihkirin.

* Mîrza B. 30'ê Nîsanê li Nurnbergê li mala ku lê mêvan bû hate destgîrkirin û girtin.

Dema rûniştinê ya çar kesên li jorê hate ragihandin hînê diyar nebûye.

* Kamûran Y. V. ê ku 1'ê Mijdara 2019'an li Balafirgeha Zurîchê hate girtin, 22'ê Hezîrana 2020'î anîn Elmanyayê. Kamûran Y. V. ku li Girtîgeha Stammheîmê girtî ye, doza ku Cotmeha 2020'î hatiye destpêkirin hîn jî dewam dike.

* Doza li dijî 5 Kurdistaniyên ku 19'ê Nîsana 2019'an li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê dest pê kir piştî 92 rûniştinan di 30'ê Nîsanê de bi dawî bû. Veysel S. ê ku 4 sal û 3 meh ceza lê hate birîn û Agît K. ê ku 4 sal ceza lê hate birîn, hîn girtî ne. Ozkan T. hate berdan, Evrîm A. û Cîhan a jî bi şertê kontrola 2 salan hatin berdan.

* Siyasetmedarê Kurd Gokmen ku demeke kurt piştî serdana Merkel a li Tirkiyeyê hate girtin, ji 2'ê Çileya 2020'î ve girtî ye. Li Gokmen 3 sal û 5 meh cezayê girtîgehê hate birîn.

* Mûstafa Ç. di Çileya 2020'î de hate girtin. 2 sal û 7 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn.