Mûstafa Nesanir li Montpellîerê hat bibîranîn

Mûstafa Nesanir ê 27 sal ji doza PKK’ê di girtîgehê de hat girin, sala çûyî 30’ê Çileyê li Dîlokê jiyana xwe ji dest da, bi tevlêbûna malbata wî li bajaraê Montpellîer ê Fransayê bi girseyî hat bibîranîn.

Mûstafa Nesanir ku salên 1993-2020’î ji doza PKK’ê di girtîgehê de ma û ji ber şertên girtîgehê bi penceşêra pişikê ket û 30’ê Çileya 2022’yan jiyana xwe ji dest da. Nesanir, di salvegera yekemîn a jidestdayîna jiyana xwe de li bajarê Montpellîer ê Fransayê bi girseyî hat bibîranîn.

Bibîranîn, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Montpellîerê bû. Malbata Mûstafa Nesanir û Kurdistanî tev li bibîranînê bûn. Bibîranîn, bi rêzgirtina ji bo şehîdên Azadiya Kurdistanê û Têkoşîna Demokrasiyê dest pê kir. Hevseroka DKTM’ê ya Montpellîerê Fatma Nesanir ku xwişka Mûstafa ye, bi kurtî axavtinek kir.

Fatma Nesanir, di şexsê birayê xwe de hemû Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi bîr anîn û diyar kir ku PKK partiya şehîdan e û wiha got: “Tiştê dikeve ser milê me ew e ku em ji bo pêkanîna xeyalên şehîdan têkoşînê geş bikin.“

Li bibîranînê nirxandina pêvajoya siyasî jî hat kirin û bibîranîn bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin“ û “Bijî Serok Apo“ bi dawî bû.