MSD'ê Komîsyona Neteweyên Yekbûyî vexwend

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bang li Komîsyona Lêkolîna Serbixwe ya Sûriyeyê ya Neteweyên Yekbûyî kir, ku ji bo lêkolînkirina îdîayên xwe yên li ser QSD'ê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike.

MSD'ê li ser rapora Komîsyona Neteweyên Yekbûyî ya têkildarî sûcên şer ên li Sûriyeyê daxuyaniyek da. MSD'ê bang li Komîsyona Neteweyên Yekbûyî kir ku ji bo lêkolînkirina îdîayên xwe yên li ser QSD'ê bê herêmê.

Daxuyanî wiha ye:

"MSD rapora komîteya lêpirsînê ya navneteweyî ya serbixwe ya têkildarî Sûriyê ya ku pêşkêşî Meclîsa mafên mirovan a girêdayî Neteweyên Yekbûyî di dewreya 45’an a 14’ê Îlonê-2’yê Cotmeha 2020’an de kiriye, pêşwaz dike. Her wiha bang li komîteyê kir ku serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike ku van agahiyan ji nêz ve piştrast bike û idîayên di raporê de li ser QSD’ê de hatine misoger bike.

Meclîs bi gotinên tûj tevahî sûcên li dijî mafên mirovan û sûcên şer ku hikumeta Şamê, rêxistina DAIŞ, Heyeta Tehrîr El-Şam û komên terorîst ên girêdayî dewleta Tirk pêk anîne, şermezar dike.

Tevahî sûcên şer û sûcên qirkirina etnîkî yên li dijî sivîlên Sûriyeyê yên Kurd li Efrîn, Serêkaniyê yên ji hêla komên terorîst ên girêdayî dewleta Tirk bi fermanên hikumeta Tirkiyeyê ne.

Di raporê de tê pişrastkirin ku sûcên hovane yên li dijî mafên mirovan ku komên terorîst li dijî welatiyên Kurd û Êzidî bi çavdêriya berpirsên dewleta Tirk ji qetilkirin, êşkence, revandin, şantaj, girtin, dizîn û talankirina cihên olî û dîrokî, kiryarên tundiya cinsî, tecawîzkirina jin, mêr û temen biçûkan, pêk anîne.

Rapora komîteyê mixabîneya ku ya tund têkildarî tevahî sûcên ji hêla dewleta Tirk a dagirker û komên terorîst ên girêdayî wê ve eşkere kir. Her wiha ava stasyona Elokê li ser parêzgeha Hesekê qut kir û ava vexwarinê wek alaveke şer li dijî zêdetirî milyonek mirov pêk tîne.

Di raporê de hat gotin ku êdî dewleta Tirk bûye piştevanê terora navneteweyî û dewleta ku mafên serweriya dewletên cîran û dewletên li Deryaya Spî binpê dike. Alozî nakokiyan bi rêya siyasetên xwe yên dijminahî diafirîne, ewlehî û aramiya herêmê tevlihev dike.

Bang li civaka navneteweyî dikin ku tedbîrên lez û tund li dijî sûcên li ser Sûriyeyiyan pêk tên bigirin. Her wiha bang li Konseya Ewlehiyê kir ku biryareke bidin ku dewleta Tirk û komên terorîst ên girêdayî wê bi lez ji tevahî xaka Sûriyê vekişin, dadgeheke navneteweyî ya taybet were avakirin da ku dewleta Tirk û berpirsiyarên wê li ser sûcên wan ceza bikin, her wiha endamên DAÎŞ'ê û komên terorîst jî ceza bikin. Herêmên dagirkirî yên Bakurê Sûriyeyê di bin banê hêzên parastina aştiyê ya navneteweyî de be. Komîteyên lêpirsîna rastiyan bişînin Sûriyeyê da ku sûcên li dijî mafên mirovan, sûcên şer û sûcên dermirovî piştrast bikin. Her wiha biryara Konseya Ewlehiyê ya bi jimareya 2245 bi rêya xebateke siyasî ya giştî û zelal pêk bînin."