MPKE bi ‘madeya rojeva lezgîn’ li ser Tirkiye civiya

MPKE’yê bi ‘madeya rojeva lezgîn’ a rapor û biryara Tirkiye nîqaş dikirin, bi piraniya dengan erê kir. Di biryarê de daxwaza ji Komîsyona Venedîk a organa pispor a têkildarî mijdara destûra bingehîn a Konseya Ewropayê rêgezên beralîkirinê amade bike.

Meclîa Parlemeteran a Konseya Ewropayê (MPKE) carekî din li ser zêdebûna binpêkirinên mafên mirovan a li Tirkiyeyê  bi ‘madeya rojeva lezgîn’ li ser Tirkiye civiya. Rapora bi sernavê ‘Karkirina Saziyên Demokratîk ên li Tirkiyeyê’ ku di civîna li desteya giştî ya Strasboûrg a MPKE’yê de hate gotûbêjiirin û pêşnûmebiryara li gel bi 89 dengê erê û 16 na hate qebûlkirin, di dengdanê de jî 23 parlementeran jî bê alî deng bikar anî.

Endamên Tirk û Azarî yên di MPKE’yê de li dijî biryarê deng bi kar anî, bêalî bikaranîna dangan a endamên Rûs û Sirpî jî bal kişand.

Di rapor û metna biryarê ya ku raportorên Tirkye ya MPKE’yê Parlemeterê Swêdî Thomas Hammerberg û Parlemeterê Înglîz John Hawell ve hatibû amadekirin, derketina Tirkiye ya ji Peymana Stenbolê, destlênedana parlementeran, serbixwebûna darazê û mijarên azadiya îfadeyê derxistin pêş. Careke din wezîfeya Enqerê ya li hember endamtiya Konseya Ewropayê hate bibîrxistin.

Raportor Thomas Hammerberg diyar kir ku rûniştina li desteya giştî ji ber bûyerên dawî yên li Tirkiyeyê diqewimin hatiye pêkanîn û hewldanên girtina HDP’ê jî anî ziman ku bi ‘fikar in’. Hammerberg bal kişand ser ji derketina Tirkiye ya ji Peymana Stenbolê û pirsgirêkên serxwebûna darazê û diyar kir ku jiderketina peymaênê ‘biryareke xirab e’ û hêvî kir ku ‘Enqere vê biryarê ji nû ve bigire dest.’

Parlementerên Koma Demokratên Xiristiyan, Koma Lîberal û Çepên Ewropa yên Yekbûyî (Koma komunîst) ên di rûniştinê de mafê axaftinê girtin, bang li Konseya Ewropayê kir ku li şûna biryarên ji rêzê derbarê Tirkiye bigirin, divê biryarên hê bibandortir bên girtin. Parlementeran di mijarên derketina Tirkiye ya ji Peymana Stenbolê û destlênedayîna parlemeteran  bi fikar in.

Di biryarê de derketina Tirkiye ya ji ‘Peymana Pêşîgirtina Tundiya li Jinê û Tundiya li Nava Malê û Peymana Konseya Ewropayê ya Têkoşîna vê’ ku weke ‘Peymana Stenbolê’ tê zanîn ji bo Tirkiye tê wateya ‘paşketin’ û ji bo Konseya Ewropayê jî tê wateya ‘lewazbûna hevkariya pir alî’.

Di biryarê de MPKE’yê daxwaz ji Komîsyona Venedîk a organê pispor a têkildarî mijarên destûra bingehîn a Konseya Ewropayê ‘Derbrê mercên rêkxistina  erêkirin û fesîkirina peymanên Konseya Ewropayê, xebateke bîne beramberî hev û rêgezên beralîkirinê amade bike.’

Di biryarê de bal kişand ser partiyên siyasî û parlementer ji bo jiyana demokrasiyê xwedî girîngî ne, bi taybet qala rakirina parlementeriya parlementerên HDP’ê û hevşaredarên wê. Hate bibîrxistin ku biyara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) li ser biryara dadgehê re ye. Her wiha fikarên ku li Tirkiye parlemeterên partiyên muxalîf ‘ji ber îfadeyên bi gotin û nivîskî bi gefa rakirina destlênedayîna wan re rû bi rû ne.’ Hate gotin ku ji bo dawî li vê rewşê bê anîn di vê di mevzûata yasayê ya têkildarî têkoşîna bi terorê re li ser bingehê biryarên DMME’yê guherîn bê kirin û ‘Pêşî li pirsgirêka bê alî û serxwebûna sîstema darazê ya li Tirkiyeyê bê girtin.'