MOP'ê komkujiya li Qamişloyê şermezar kir

MOP'ê êrişên bombeyî yên li Qamişloyê ku li dijî sivîlan hate kirin şermezar kir û bang kir, ku li dijî dewleta Tirk bikevin nava liv û tevgerê.

Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP) daxuyaniyeke nivîskî weşand û komkujiya li kolana El Wehde ya Qamişloyê şermezar kir. Di êrişa doh de ku bi wesayitên bombebarkirî hate kirin 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 40 sivîl jî birîndar bûn.

'HERÊMA EWLE YA JI BO TERORÊ'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em komkujiya xwînxwar a ku li dijî gelên Asûrî-Suryanî-Keldanî, Ermenî û Kurd hate kirin bi tundî şermezar dikin û kesên jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bi bîr tînin û şîfayê ji birînaran re dixwazin."

MOP'ê destnîşan kir ku dewleta qirker a Tirk derfetê 'herêma ewle' pêşkêşî DAÎŞ, El Nûsra û çeteyên mîna wan kir û ragihand, ev yek ji bo terorê devereke ewle ye, lê ji bo gelan neewle ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji ber ku li dijî dewleta Tirk helwesteke cidî nayê nîşandan li gorî xwe êrişêı gelên me, xaka me, nirxên me dike û mirovên me qetil dike. Armanca dewleta Tirk guhertina demografiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi destê cîhadîstên xwe ye, pêkanîna stratejiya Mîsakî-Mîlî ye."

'EM XAKA XWE NETERIKÎNIN'

MOP'ê bang li hêzên navneteweyî kir ku li pêşiya dewleta Tirk bibin asteng û got, "Em bang li gelên xwe hemûyan dikin; xaka xwe neterikînin. Gelê me yê li dîasporayê jî divê li dijî vê zîhniyeta qirker, kujer û dagirker a dewleta Tirk li her deverê nerazîbûna xwe destnîşan bike."