Mîtînga li Viyanayê: Mexmûr rûmeta me ye!

Bi armanca piştevaniya bi xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), li ber Balyozxaneya Iraqê ya li Viyanayê mîtîng hat lidarxistin. Di mîtîngê de gotin: “Mexmûr rûmeta me ye.”

Di mîtînga ku Kurdistanî û dostên wan amade bûn de dewleta Iraq û Tirkiye hatin protestokirin.

Di axaftinên hatin kirin de wiha hate gotin: “15 roj in ji bo dorpêçkirina Wargeha Mexmûrê, ji aliyê artêşa Iraqê ve xendek tê kolan. Lê xelkê Mexmûrê bi destên xwe xendekan dîsa tijî dikin, li hemberî artêşa Iraqê li ber xwe didin.  Bi şev û roj li ser piyan in. Em ji bo piştgiriya berxwedana xelkê xwe ya Mexmûrê li vir in. Em berxwedana wan silav dikin. Divê em bi awayekî eşkere nîşanî hikumeta Iraqê û raya giştî bidin ku xelkê Mexmûrê ne bi tenê ye. Em bang li her kesî dikin ku xwedî li berxwedana Mexmûrê derbikevin.”

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.