Mîtînga li Dusseldorfê: Divê berxwedan were geşkirin

Di mîtînga Dusseldorfê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk hemû Kurd xistiye hedefa xwe û divê berxwedan were geşkirin.

Bi banga Defend Kurdistanê li Dusseldorfê bi hezaran kes bi slogana ‘Bijî Partiya Karkerên Kurdistanê’ kom bûn.

Bi hezaran kes li Haûpbahnhofê kom bûn û bi sloganan ber bi Leûgplatzê meşiyan. Piştî meşê axaftin hate kirin û di axaftinan de hate diyarkirin ku li hemberî êrişên dagirker wê berxwedan were geşkirin.

Hevseroka KON-MED’ê Zubeyde Zumrud diyar kir ku wê li hemberî dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistanê bêdeng nemînin û got “Li hemberî êrişên li ser gerîla û gelê me, em ê her dem li qadan bin. Em ê bi ruhê 15’ê Tebaxê êrişan û dagirkeriyê bişkînin.”

Di çalakiyê de siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle jî bi bîranîna şehîdan dest bi axaftina xwe kir û got “Dewleta Tirl bi piştgiriya hêzên serwer êrişî gelê Kurd dike û sûcên giran dike. Çekên kîmyewî li dijî Kurdan bi kar tînin. Li Tirkiyeyê jî hemû Kurdan dikin hedef. Di qetlîama Konyayê de me ev tişt dît. Di salvegera sedemîn a Lozanê de dixwazin tasfiyekirina Kurdan temam bikin. Çawa ku berxwedana Kobanê ji bo hemû kesan bûye hêvî, berxwedana gerîla jî ji bo Kurdan bûye hêvî.  Divê PDK nebe amûra van lîstikan û bi ruhê neteweyî tevbigere.”

Li ser navê TJK-E’yê jî Ayten Kaplan got “Em careke din li vir bang dikin, em vî şerî qirêj naxwazin. Di şerê li dijî DAÎŞ’ê de jinên Kurd li ber xwe dan û pêşiya qetlîamê girtin. Kesên îro bi çavê terorîstan li me dinihêrin, divê bizanibin ku em ne terorîst in, Erdogan terorîst e.”

Hevnûnera HDP’ê ya Elmanyayê Leyla Îmret jî polîtîkaya Elmanyayê ya li dijî gelê Kurd rexne kir û bal kişand ser vî tiştî ku bi saya Pêngava 15’ê Tebaxê Kurdan destkeftî bi dest xistine.