Mîtînga Amedê: Têkoşîn wê li çar parçeyên Kurdistanê bidome!

Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven di mîtînga Amedê de axivî û got; “Em ê li dijî tiştên li çar parçeyên Kurdistanê tê kirin têbikoşin. Em ê berxwedana xwe bidomînin.”

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê, bi şîara "Ji bo aştiya birûmet çareseriya demokratîk" li Qada Îstasyonê mîtîngê lidar dixe. Mîtîng bi beşdarbûna hezaran kes bi govend û dirûşmeyan destpê kir û bi axaftinan didome.

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Aslan gel silav kir û wiha axivî; “Bi salan e em dibêjin ji bo çareserkirina pirsgirêkan pêwîstî bi çareeriya demokratîk heye lê encak ev çareserî dikare gelên Tirkiyeyê di nava aşitiyê de bide jiyîn. Lê desthilatdariya AKP’ê li dijî van daxwazan şer dide ferzkirin. Li beramberî daxwazên aşitiyê yên gel AKP tecrîdê ferz dike. Eger şer were rawestin divê berî demekê tecrîd bidawî bibe. Rêzdar Ocalan ji bo aştiya demokratîk a Tirkiyeyê her dim nêrînên xwe vegot. Eger Rêzdar Ocalan baxive wê aşitî were li vê xakê. Li vir em bang li hemû gelên Tirkiyeyê dikin ku bi erka xwe rabin. Divê hemû gel daxwazên Rêzdar Ocalan dîqat bike û li dora van daxwazan bibe xeleq.”

‘DIXWAZIN MEZINBÛNA ŞOREŞA ROJAVA ASTENG BIKIN’

Di mîtîngê de Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Gulîstan Kiliç Koçyigît, jî diyar kir ku  piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê li Pirsûsê, Enqere û gelek qadên din komkujî pêk hatin, li dijî HDP'ê operasyon hatin lidar xistin û wiha got: "Her dem xwestin bi tundî, kuştin û destgîrkirinan terbiye bikin. Xwestin Kurdan li Sûriye bi çerkez, Suryanî, Ermenî û Erebên Rojava asteng bikin. Xwestin rê li pêş Şoreşa Rojava bigirin. Ji ber vê yekê heta dawî di şer de israr dikin. Ma ji ber ku ew şer, tundiyê dixwazin em ê bisekinin? Na em nasekinin. Em  kesên bêtir bedelan didin emê dest ji têkoşîna aştiyê bernedin. Ma ji ber ku MHP û AKP xwe bi şer xwedî dike em ê dest ji têkoşîna aştiyê berdin? Na em tu carî dest ji têkoşîna aştiyê bernedin. Birêz Ocalan çawa dengê wî li Îmraliyê bilind bû dîsa got aştî. Hemû gelê Cîhanê guh da wî dengî. Ji ber dîsa Birêz Ocalan daxwaza aştiyê anî ziman dîsa dixwazin dengê wî qut bikin. Îro yekem rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe."  

Koçyîgît, da zanîn ku niha pêvajoyek nû dest pê dike û wiha lê zêde kir: "Yê vê pêvajoya nû li ser esasê aştî û demokrasiyê pêş bixe hûn in. Brêz Ocalan dibêjei 'Ez di nokteya salên 2013 û 2015'an de me' Yanî dibêje 'ez alîgirê aştiyê me. Ez alîgirê yekîtiya gelê Kurd û Tirk im.' Ji me tevan dixwaze ji bo komara demoratîk û neteweya demokratîk lihevkirina civakî em berpirsiyarê bidin ser xwe. Me di 2013'an de şaşî kir. Me hemû berpirsiyarî da ser milê Ocalan. Lê me dît ku aştî bi têkoşîna hevpar pêş dikeve.

‘EM AMADENE, EM Ê TÊKOŞÎNA AŞITIYÊ BIRÊVE BIBIN’

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî derket ser dikê û girse silav kir. Axaftina GuVen wiha ye:

“Ez bi we serfiraz im. Baş e ez jî endameke ji vî gelî me. Baş e hûn hene. Hevalên ciwan ez çavên we maç dikim. Niha teqeta min zêde tune. Li her derê gelê Kurd ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd rabe jiyana xwe danî holê. Di vê rêyê de me 9 9 hevalên xwe bi rê kir. Zulkuf Gezen, Ayten Mete, Zehra; Medya, Konca, Firat, Mahsum, Umit ez wan bi rêzdarî bibîr tînim bejna xwe li ber wan ditewînim. Wan rêya Îmraliyê vekir. Peyama Ocalan pir vekirî ye.

Ger ku me xebata xwe rast û baş pêk anîbûya wê tecrîda li ser Ocalan nebûya. Wê girtî azad bûna. Ji ber vê yekê em soz didin ku ji nihaı û şûnde xebatên xwe baştir pêk bînin. Em ê li ber xwe bidin. Bê berxwedan jiyan nabe. Ji bo wê ji em hemû saziyên me hewl bidin, ji bo dagirkeriya li Kurdistanê bi dawî bibe, aştiyek mayinde derkeve holê emê tev bigerin. Ma ne bes e. Ji bo aştiyek bi rûmet ez tika dikim ku hemû hevalên me baş erka xwe pêk bînin ku em zû bigêjin armanca xwe. Bi taybetî ez ji dayikên me re hurmeta xwe ji dayikan re pêşkêş dikim. Hez bi rêzdarî hurmetê xwe ji hemû gelê me yê ji bajarên herêmê re hatine pêşkêş dikim. Ji ber ez îro dîsa li pêşberî we me ez gelek kêfxweş im. "