Misilmanên Fransayê pîvanên Komarê qebûl kirin

Konseya Çandê ya Misilmanên Fransayê (CFCM), 'rêziknameya pîvanan' bi rengekî fermî qebûl kir, ku ev rêzikname li Fransayê pêşî li pêvajoya jinûve avabûneke mezin a Îslamê vedike.

Piştî krîza navxweyî ya ku bi hefteyan dewam kir, rêveberên CFCM'ê roja Şemiyê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku wan li ser metneke ku 'laîktî', 'wekheviya jin û mêr' û 'guncawiya' baweriya Misilman destnîşan dike, li hev kirine. Her wiha red kirine ku Îslam ji bo armancên siyasî bê bikaranîn.

Di vê metnê de pîvanên komarê ji nû ve hatin destnîşankirin. Metna navborî li ser daxwaza Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron di çarçoveya têkoşîna dijî 'Îslamiya tundrew û cihêkar' de hatibû amadekirin. Pêşnûme qanûn wê roja Duşemê li Parlamentê bê lêkolîn.

Di meha Cotmehê de piştî ku mamosteyê dîrokê Samûel Paty hate serjêkirin û piştî du hefteyan jî li bajarê Nîce êriş li dijî dêrekê hate kirin, Macron zext li nûnerên Misilmanan kiribû ku pîvanên komarê qebûl bikin.

Macron wê vê Duşemê rêveberên CFCM'ê qebûl bike. Rêziknameya pîvanan hîn ji raya giştî re nehatiye eşkerekirin.

WÊ DAWÎ LI KARÊ ÎMAMÊN ENQEREYÊ BÊ ANÎN

Bi qebûlkirina rêziknameya pîvanan re rê li ber avabûna Konseya Îmaman a Neteweyî vedibe. Konsey wê bi amadekirina îmamên li Fransayê bixebitin, wezîfedar be.

Macron ragihandibû ku di nava çar salan de wê dawî li karê 300 îmamên ji aliyê Tirkiyeyê, Fas û Cezayîrê ve hatine wezîfedarkirin bê anîn.