Midyadiyên li Ewropayê starta xebatên hilbijartinê da

Li Elmanyayê Midyadiyan bi civinekê xebatên hilbijartinê dane desptê kirin.

Midyadiyên li Ewropayê dijîn bi civîneke ya desteya rêveberiya Komeleya Piştevaniyê û Çanda Gelê Midyad ên Ewropa starta xebatên hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an dan. Di civînê de biryara piştgirîdayîna HDP’ê hate dayîn.

Midyadiyan li bajarê Elmanya Dortmûnê li hev civiyan, ji dîasporayê starta xebatên hilbijartinê da. Midyadiyên ku ji mensûbên civaka Misilman, Êzidî û Suryan pêk tên diyar kirin ku ew ê xwedî li nasnameya çandî derbikevin.

Hevserokê NAV-DEM’ê Tahir Koçer beşdarî civîna desteya Rêveberiya Komeleya Piştveniya Çanda Midyadiyên Ewropayê bû axivî û got; “Komara Tirkiyeyê ji dema avabûnê heta roja meya îro li ser Midyadê politîkaya qutifandinê dimeşîne. Ji bo Midyadê winda nekin hem di aliyê demografiyê de jî qirkirina siyasî û çandî pêk anîn. Di encama van politîkayan de nêzî 50 ji sedî nifûsa Midyadê neçar ma koçber bibe û ji van beşek çûn Ewropa. Sala 1935’an Îsmet Înonu got ‘Windakirina Midyadê, windakirina Komara Tirkiyeyê’ stratejiyek girîng a mîdyadê heye. Di her alî de li ser Mîdyadê lîstokên qirêj û mezin hene, tevî vê gel îradeya xwe teslîm nekir."

Di civînê de li gorî plannameyê wê şeva piştevaniya bi HDP’ê re ya ku Midyadiyên li Ewropa werin vexwendin, were lidarxistin. Li aliyê din ji bo piştgirîdayîna xebatên hilbijartinê wê komekê bişînin Midyadê.