Mexdûrên qedexeyê: Li ser me peyamê didin Kurdan

Kurdistaniyên mexdûrên qedexeyê yên di forûma “Qedexeya PKK’ê” ya li Berlînê dewam dike de axivîn, wiha gotin: “Li ser me ji Kurdên ku li vir dijîn re peyama ‘Temaşe bikin em ê vane li we jî bikin’ tê dayîn.”

Di beşa duyem a forûma “Qedexeya PKK’ê ya 28 salan: Niha Em diaxivin” ku li paytexta Elmanya Berlînê ji aliyê saziyên civakên sivîl û hiqûqnasan ve hatî organîzekirin de, mexdûrên siyaseta krîmînalîzasiyonê ya dewleta Elman a li dijî Kurdan axivîn. Kurdistaniyên ku gelek mafên wan ên zagonî jê hatî standin, bi berfirehî tiştên ku jiyan kirine ji beşdarvanan re vegotin.

Gelek mexdûrên ku terkkirina bajarên lê dijîn li wan hatiye qedexekirin, bi rêya dîmenê zindî tevlî forûmê bûn. Di vê beşê de Kurdistaniya bi navê Rosa Karayîgît ku ji Nurnbergê tevlî bû, diyar kir ku ji 2002’an û vir ve li Elmanyayê dijî, wekî penaberê siyasî tê naskirin û wiha got: “Ji ber ku ez çûm komeleyê, ez rastî zextan hatim. Ev 15 salin ez her roja Duşemê îmze diavêjim. Piştî min berê xwe dan zarokên min jî. Destûra rûniştinê ya zarokên min hat betalkirin û dema ku gihiştin emrê xwe yê 18’yê xwestin ku dersînor bikin.”

Karayîgît destnîşan kir ku yekîtiyên ewlekariya li Nurnbergê ji vê bes nedîtin, ji 65 Kurdistaniyên ku li bajêr dijîn re nameyên bi şêwazê “Ji ber ku we hevdîtin li gel Rosa Karayîgît pêkaniye, telefonên we tên guhdarkirin” şandine û axaftina xwe wiha domand: “Bi vê yekê xwestin ku min û mirovên me yên li vir dijîn, bînin beramberî hevûdu. Di rastiyê de dema ku ez hatim Elmanyayê, min dihesiband ku demokrasî li vir heye lê nîne. Ji ber ku min piştgiriya têkoşîna gelê Kurd kiriye, min evane jiyan kir. Li ser min ji Kurdên ku li vir dijîn re peyama ‘Temaşe bikin, em ê vane li we jî bikin’ tê dayîn. Ji ber vê yekê ev mesele ne tenê ya mine, ya hemû welatparêzan e.”

Piştre aktîvîstên Kurdistanî Saît Ozturk, Huseyîn Kelekçî, Huseyîn Ozkûr û Yûsûf Şerbet ku li bajarê Heîlbronnê rastî hemû curên zextan ên yekîneyên ewlehiya Elman tên, mafên wan ên hiqûqî hemû ji wan hatin standin û bi qedexekirina derketina ji dervey bajêr her hefteyê neçarin îmze bavêjin, mafê axaftinê girtin.

‘HEMÛ KARÊN KU EZ KETİMÊ, MUDAXELE LÊ HAT KİRİN’

Saît Ozturk ku ji ber ku bi salan nûçegihantiya Ozgur Polîtîka û piştre jî ya Yenî Ozgur Polîtîkayê kiriye hatiye hedefgirtin, diyar kir ku pasaporta wî ya sala 2005’an jê re hatî dayîn jê hatiye standin û got: “Pasaporta min bi şêwazek korsanvarî, ji min hat standin. Sedemê wê jî nûçeyên ku min ji Ozgur Polîtîkayê re çêkirî, hat nîşandan. Zarokên me yên ku li vir ji dayîk bûne, bi zorê rêkirin Sefaretxaneya Tirk û kirin welatiyên Tirk. Hemû karên ku ez ketimê, mudaxele lê hat kirin. Baweriya me bi demokrasiya dewleta Elman hat, lê ji dervey mirinê ji cihê ku em lê hatine ti cudahiya wê nîne.”

Aktîvîstên din ên ji Heîlbronnê tevlî bûn, Huseyîn Kelekçî, Huseyîn Ozkûr û Yûsûf Şerbet jî anîn ziman ku rastî heman kiryaran hatine. Ji Mannheîmê  bi dîmenê zindî Bahattîn Dogan tevlî forûmê bû û got: “Kar û barên me yên komeleyê û ramanên me yên siyasî, wekî sûcekî tên destgirtin.”

CEZAYÊ BÊDEM Û BÊSÎNOR

Dogan di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku Kurd ji ber bênasnamebûnê tên cezakirin û got: “Ev cezayek bêdem û bêsînor e. Dema ku em ji zilmê direvîn, li cihê ku em hatinê em heman tiştê dijîn. Malbata min dikare serdana min bike, lê ez nikarim biçim wan bibînim. Keça min bi tirsa paşde vegerandinê bi salan bi tena serê xwe neçû dibistanê û derûniya wê xirab bû.”

Hevserokê Fed-Kurd’ê Kerem Gok jî zextên ku li bajarê Dresdenê jiyan kirî vegot û ragihand ku ji ber hemû çalakiyên ku li gorî zagonan li dar xistî, di derbarê wî de lêpirsîn hat vekirin. Gok da zanîn ku ji ber ku ew hêzê ji gel digrin, wê tu caran li dijî zextan têk neçin û got: “Elmanya ji ber sedemên ku rûnişkandin daye me, dest bi darizandina me kir. Em ê bi ti awayî serî netewînin.”

Di beşa sêyem a forûmê de jî nûnerên saziyên Kurd ên mexdûrên siyaseta krîmînalîzasiyonê axivîn.

Semînera yekem Midûrê Giştî yê Weşanxaneya Mezopotamyayê û MÎR Muzîk’ê Alî Kaya ku sala 2019’ê bi biryara Wezareta Karên Hundir hat girtin pêşkêş kir. Kaya bal kişand ku hemû kar û barên wan weşan û çapkirin e û got: “Karek me yê cuda nîne, lê dewleta Elmanya li dijî vê yekê jî derdikeve. Bi domdarî bi serdegirtinan, xebatên me asteng dike. Di her serdegirtinê de destwerdan li hemû arşîvên me dikin. Hemû kel û pelên teknîkê digrin. Em neçar dimînin ku ji serî ve destpê bikin.”

‘PIRSGIRÊKA ME NE HIQÛQÎ SIYAYÎ YE’

Ji serokên berê yê NAV-DEM’ê Tahîr Koçer jî destnîşan kir ku pirsgirêka wan ne hiqûqî, siyasî ye got: “Li hemû tiştên me mudaxele dikin. Elmanya bê aramiya di hundirê dewleta Tirk de, bê aramiya xwe dihesibîne.”

Li ser navê Meclîsa Jinên Êzidî (NAV-YEK) Nûjiyan Gunay jî wiha axivî: “Dewleta Elmanya çi dike bila bike, bi qasî ku bixwaze bila me terorîze bike lê em Êzidî minetdarê Qendîlê ne. Ji ber hêza ku Êzidî ji qirkirinê rizgar kirin ew bû.”

ENTERNASYONALÎST JÎ DI BIN ZEXTÊ DE NE

Di vê beşa forûma di saetên ber bi êvarê bi dawî bû de enternasyonalîstên ku di hedefa yekîneyên ewlekariya Elman de ne mafê axaftinê girtin.

Enternasyonalîstê bi navê Ûllî ku ji sala 2015’an ve Tevgera Azadiya Kurd nas kiriye, tiştên ku jiyan kirî wiha ragihand: “Ji ber ku min dirûşmeyek têkildarî Abullah Ocalan berz kir, ceza ji min re hat dayîn. Polîsên eyaletê xwe gihandin mirovên derdora min û ez îxbarî wan kirim. Ketin hewldanên ku wan ji min dûr bikin. Piştre xwestin ku ez pasaport û nasnameya xwe radest bikim û agahî dan ku divê ez debikevim dervey Elmanyayê.”

Herî dawî Ûla yê antîfaşîst jî anî ziman ku ew tevgera Kurd beriya qedexeyan jî nas dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Destpêkirina siyaseta qedexeyê ya dewleta Elman bû noqteya tevgera me jî. Piştî revandin û dîlgirtina Abullah Ocalan, bi ser mala min de hat girtin û wêneyê Abdullah Ocalan û ala PKK’ê hincet hat nîşandan. Ji roja ku qedexe û zext destpê kirin û şûn de, ji ber vê têkoşîna ku em didin, em rastî hemû curên zextê hatin. Lê bi qasî ku zext zêde bû, hevkariya me jî zêde bû.”