Mexdûrên qedexeya li ser PKK'ê wê li Berlînê di forûmekê de biaxivin

Bi pêşengiya saziyên mafên mirovan û rêxistinên hiqûqnasan wê di 18-19'ê Hezîranê de bi navê "Qedexeya li ser PKK'ê ya 28 salan: Em niha diaxivin" forûmeke ji 2 rojan tê lidarxistin.

Ji 26'ê Mijdara 1993'an û vir ve li Elmanyayê qedexe li ser PKK'ê heye. Ji ber vê qedexeyê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd hate krîmînalîzekirin û bi hezaran Kurdistaniyên li Elmanyayê jî hatin mexdûrkirin. Di nava 28 salên derbasbûyî de ji ber sembolên tevgera azadiyê ya Kurd, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" cezayê pere û girtîgehê li gelek kesan hatin birîn û aktîvîst, siyasetmedar jî di çarçoveya qanûnên 'antî-terorê' de hatin darizandin.

Mexdûrên vê pêvajoyê wê di navbera 18-19'ê Hezîranê de bi navê 'Qedexeya li ser PKK'ê ya 28 salan: Em ê niha biaxivin' li paytexta Elmanya Berlînê di forûma du rojan de li hev bicivin.

Forûm ji aliyê Yekîtiya Hiqûqnasan a Mafên Mirovan a cîhanê û Demokrasî ya Ewropayê (ELDH), Yekîtiya Hiqûqnasan a Demokratîk (VDJ), Komeleya Mafên Bingehîn û Demokrasiyê, Komeleya Azadî û Komeleya Demokrasî û Hiqûqê ya Navneteweyî (MAF-DAD) ve tê lidarxistin.

Forûm wê li navnîşana 'Franz-Mehrîng-Platz 1' pêk were û di roja destpêkê de mexdûr wê qala mexdûriyeta xwe bikin. Forûm wê bi nirxandina pêvajoya darizandinên Dusseldorfê yên sala 1988'an destpê bike. Di vê beşê de wê darizandinên ji ber qanûna 129b, betalkirina mafê rûniştinê ji ber qedexeyê û yên ku welatîbûna Elman ji destê wan hate girtin wê biaxivin.

Di roja duyemîn a forûmê de jî wê hiqûqnas û nûnerên saziyên mafên mirovan li ser mijara; çima divê qedexe bê rakirin, biaxivin.

DEMÎR: EM Ê BÛYERÊN KU QEWIMÎ NE BIKIN BELGE

Beriya forûmê ji Komeleya Azadî Mehmet Demîr ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku ew dixwazin bûyerên ji ber qedexeya li ser PKK'ê qewimîne, ji aliyê mirovahiyê bi taybetî jî raya giştî ya demokratîk ve bê zanîn.

Demîr ragihand ku amadekariyên ji bo forûmê temam bûne, wan bi gelek derdoran re hevdîtin kirine û got, "Li tevahiya Elmanyayê nêzî 2 milyon Kurd hene. Li welatekî bi vî rengî gelo sedema nêzîkatiya dijminane tenê dirûşmeyeke ku em Kurd diqîrin e? Pankarteke me ye? Yan jî aleke me ye? Yan jî gelek sedemên xwe yên din hene?"

Demîr anî ziman ku mexdûriyetên di forûmê de bêne vegotin û nîqaşên bêne kirin bi şêweyî jûriyeke serbixwe bikin belge û herî dawî ev bang kir: "Em dixwazin mirovên me yên mexdûr bûne bên vê derê. Ya duyemîn jî hevserok, hevberdevk û xebatkarên saziyên me yên berê û niha li forûmê amade bin. Ji ber vegotina tecrûbeyan û nîqaşkirina li ser rê û rêbazên têkoşîna maf e, ev forûma me mîna karekî perwerdeyê ye. Lewma em gelekî girîng dibînin ku endam û rêveberên saziyên me hemû tevlî bibin."