Mexdûrê qedexeya 28 salan: Apê Vahap

Apê Vahap (Vahap Gogebakan) ê ku mexdûrê qedexeya 28 salan e, rêwitiya wî ya li Elmanyayê di sala 1989’an de li Komeleya Kurdan dest pê kiriye. Ji wê rojê û heta niha kedkarê vê têkoşînê ye.

Vahap Gogebakan ê ku 32 sal in kedkarê Komeleya Kurdan a Berlînê ye, li Elmanyayê wekî gelek Kurdan mexdûrê qedexeya li ser PKK’ê ye. Gelek caran girtine ser mala wî, hatiye darizandin, cezayê ku daye ji 4 hezar eûroyan zêdetir e.

Apê Vahap ji gundê Gogebakan a Akçadaga Meletiyê ye û wisa qala çîroka xwe dike “Di sala 1969’an de dema hatim Elmanyayê hay ji nasnameya xwe ya Kurd çêbûm. Min Kurdbûna xwe bi derengî nas kir. Wê demê Kurdbûn, wekî şikestina rûmetê bû.”

Apê Vahap wekî karker hatiye Elmanyayê û rêwîtiya wî li komeleyên çepgir dest pê kiriye. Di sala 1989’an de Komeleya Kurdan a Berlînê nas kiriye û ji wê rojê şûnde kedkarê vê têkoşînê ye û tevlî hemû çalakiyan dibe.

DI NEWROZÊ DE AGIR BI BEDENA WÎ KETIBÛ

Di sala 1993’an de dema ku li Zanîngeha Teknîkê ya Berlînê Newroz hatibû qedexekirin, Apê Vahap jî li wir bûye. Dema polîsan nehiştine ciwan Newrozê pîroz bikin, ciwanan agir bi xwe xistine. Apê Vahap wisa qala wê demê dike “Min nedît çalakiyê çawa dest pê kir. Dema min xwest mudaxeleyî ciwanan bikim ên ku agir bi xwe xistibûn, agir bi min jî ket.”

Di sala 1993’an de Wezareta Karê Navxweyî PKK qedexe kiribû. Piştre girtiyên Doza Dusseldorfê –Ev girtî beriya qedexeyê hatibûn girtin- bi hinceta qedexeyê ceza li wan hate birîn. Apê Vaha dibêje “Min digot qey wê Elmanya alîkariyê bide Krudan. Dema ku qedexe hate ragihandin me dît ku fermana gelê Kurd îmze kirine. Mafên bingehîn ên wekî azadiya rêxistinkirinê û meş dihatin astengkirin. Dema ku em dimeşiyan provokasyon dikirin. An jî bi hincetên pûç digotin ev çalakî li vir nabe. “

Apê Vahap yek ji mexdûrê qedexeya li ser PKK’ê ye. Dema ku ew ne li malê bûye, deriyê wî hatiye şikandin, carinan bi hinceta pirtûkeke li ser têkoşîna azadiyê cezayê pere lê hatiye birîn. Apê Vahap dibêje heta niha wî herî kêm 4 hezar eûro cezayê pereyan daye.